10:35 19 Tebax 2017
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Keça Serokê Şaredarê AKPeyî ji FETO hat girtin

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2010

    Keça Serokê Şaredariya Çaybaşiya Orduyê İsmet Yanik a bijîşk Bahar Yanik li Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê de hatibû binçavkirin û paşî hat girtin.

    Îzmîr — Keça Serokê Şaredariya Çaybaşiya Orduyê İsmet Yanik a ku bijîşkî dikir Bahar Yanik li Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen de (FETO/PDY) de hatibû binçavkirin û piştî derkete dadgehê hat girtin.

    Li Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê operasyoneke binçavkirinê li dar xistibû û di wê operasyonê de keça Serokê Şaredariya navçeya Çaybaşiya Orduyê İsmet Yanik ku bijîşkî dikir Bahar Yanik jî li mala xwe ya taxa İlkuvezê hatibû binçavkirin. Piştî binçavkirinê Bahar Yanik birin Midûriyeta Ewlehî ya Îzmîrê û ji wir sewkî edliyeya Îzmîrê kirin.

    Bahar Yanik li dadgehê bi tohmeta bikaranîna bernameya ByLocê û ji emdamtiya FETO/PDYê hat girtin.

    Bi heman mijarî:

    Li 13 bajaran operasyona îmamên FETO: 54 kes hatin binçavkirin
    Yildirim: FETO di dema AKPê de derneket û di dema AKPê de xurt nebû
    Çavuşoglu: "Rêxistina Hevkariya Îslamî, FETO wekî terorîst îlan kir"
    Dibistana FETO ya li Urdinê hate girtin
    7 karsazên din ji doza FETO hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Serdozgeriya komarî ya Îzmîrê, Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY), Bahar Yanik, İsmet Yanik, Îzmîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de