20:38 16 Tebax 2017
Zindî
    Iraq - Mişraq/ Szgeha hilberandina Kirkûtê

    DAIŞê sazgeha kirkûtê şewitand: 2 mirî û bêtirî 100 birîndarî

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    DAIŞa ku piştî destpêkirina operasyona Mûsilê, petrola xam dişewitand ta ku balafirên hevpeymanê asteng bike, vê carê li Mişraqê sazgeheke kirkûtê şewitand. Di encama dûmana ji ber şewitandinê derket, bi kêmasî 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî nexşeya NASAyê weşandiye, ihtimal heye, ew jehr bigihêje Tirkiyeyê.

    Piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina duyem mezintirîn bajarê Iraqê, Mûsilê, milîtanên DAIŞê sazgeha kirkûtê ya li Mişraqê ye ku 25 kîlometreyan dûrî Qyeareyê ye, şewitand.

    ​Hat ragihandin ku piştî şewitandina sazgehê, karbondîoksîtê sulfurê û hîdrojena sulfurê derket holê û di encamê de du silîval li başûrê Mûsilê jiyana xwe ji dest da û bêtirî 100 kesî jî ji ber bêhnçikînê hatin rakirin bo nexweşxaneyê.

    Alîkarê Birêveberiya Tenduristiya ya Nînewayê Leys Hebabe ragihand ku di nav kesên hatine nexweşxaneyê, zarok û jinên ducanî jî hene.

    ​Ji aliyê din ve, pisporan bang kir ku xelk derî û penceyên xwe bigirin û niha tirs heye ku ji bilî herdû kesên mirî, hejmara miriyan zêde bibe. Nexasim ew nexşeya ku NASAyê di 24ê Cotmehê de weşandiye, tê dîtin ku duman ji paytexta Iraqê Bexdayê heta bajarên başûrê Tirkiyeyê beşav bûye.

    Artêşa Iraqê hefteya borî ragihandibû ku wan dest daniye ser sazgehê. Lê Iraqi Newsê diyar kir ku milîtanên DAIŞê berî ji sazgehê derkevin, kariye agir pê xin û wiha derketine.

    ​Herwiha çavkaniyên kurd agahî dabûn rojnameya Timesê û wan diyar kiribû ku DAIŞê sazgeh tijî teqemenî kiriye û mirov li derdora wê dorpêç kirine û wan wek mertala zindî bi kar tîne.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge: DAIŞ êdî şer nake tênê êrişan pêk tîne
    NY: DAIŞ li Mûsilê 550 malbatî wek mertalê zindî bikar tîne
    DAIŞ wê êrişî rêxistina Ulku Ocaklari bikira
    ‘Dibe ku DAIŞ li Mûsilê çekên kimyewî bikar bîne'
    DAIŞ bi sedan jinên êzidî ji Mûsilê direvîne Reqqayê
    Sîrwan Barzanî: DAIŞ bi tirsonekî sengerên xwe diparêze
    ‘Serokê tirkmenan: Dema DAIŞ kete Iraqê Erdogan li ku bû?'
    Etîketan:
    Kirkût, NASA, DAIŞ, Leys Hebabe, Qeyare, Mûsil, Mişraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de