02:08 21 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: "Min ji Pûtîn re got em gelê Helebê têxin aramiyê"

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3101

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku min bi Pûtîn re xeberda û jê re got êdî em gelê Helebê têxin aramiyê. Heleb a helebiyan e.

    Enqere - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Beştepeyê di civîna 29emîn a muxtaran de ragihand ku min bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re xeberda û jê re got êdî em gelê Helebê têxin aramiyê. Heleb a helebiyan e, divê em vê vebêjin.

    Recep Tayyip Erdogan
    © Foto: AA/ Berk Özkan
    DAIŞÊ LI DABIQÊ GELEKÎ BERXWE DA, LÊ DÎSA JÎ HAT RIZGARKIRIN

    Erdogan di berdwamiya axaftina xwe de Operasyona Mertalê Firadê nirxand û got: "Li Dîlokê şehîdkirina 56 welatiyên sivîl bi bombeyê bû noqteya dawîn. Madem ku rêxistina terorîst gaveke wiha avêt, me jî got em ê di Cerablusê de têkevin hundir, Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li pêş û hêzên me yê taybet jî li pey wan piştgiriya lojîstîk kir. Piştî kontrolkirinê gelê Cerablusê hemû vegeriyan welatê xwe û xebatên li wir berdewan in. Hêzên ASAyê ji wir çûne Raiyê û ji wir jî çûne navçeya Dabiqê. Rêxistina terorîst a DAIŞê li Dabiqê pir li berxwe da, lê paşî Dabiq hat kontrolkirin. Niha jî ber bi El Babê ve pêşve diçin."

    Serokomarê tirk di dirêjiya axaftina xwe de got: "Piştî kontrolkirina El Babê wê berê xwe bidin Minbicê. Tekoşîna pêwist a li hemberî PYD û YPGê tê dayîn. Niha tu pirsgirêkên me bi Helebe re tunene. Hefteya borî ez bi Pûtîn re axivîm û min jê re got em gelê Helebê têxin aramiyê. Heleb a helebiyan e, divê em vê vebêjin. Ne rast e ku li ser Helebê hisab werin kirin. Girêdanên me yên dîrokî bi Helebê re hene."

    Bi heman mijarî:

    Peskov: "Pûtîn û Erdogan baweriya navbera xwe xurt dikin"
    Tufenkçi: "Hevdîtinên Pûtîn û Erdogan pir girîng in"
    Pûtîn û Erdogan operasyona Mûsilê axivîn
    Kommersant. "Tu nuqteyeke ku Pûtîn û Erdogan li ser li hev nekirin nema"
    Hevdîtina Pûtîn û Erdogan dest pê kir
    Etîketan:
    YPG, PYD, Rêxistina terorîst a DAIŞê, ASA, Operasyona Mertalê Firadê, Serokê dewleta Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Vladimîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de