04:53 22 Hezîran 2018
Qamışlo

Hûrgiliyên serjimêriyê: 350 hezar malbat hatin jimartin

© Sputnik / Hediye Levent
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Navenda Rojavayê ya L^keolînên Stratejîk ragihand ku di çarçoveya serjimêriya li kantona Cizîrê tê lidarxistin de, wan 350 hezar malbat jimartin.

Endamê Navenda Rojavayê ya Lêkolînên Stratejîk Siltan Hesen Temo di konferanseke çapemeniyê de diyar kir ku serjimêrî li hemû taxên kantona Cizîrê pêk hat, ji bilî wan çargoşeyên ewlekariyê yên hikûmeta Sûriyeyê li bajarên Hesekê û Qamişloyê kontrol dike.

Herwiha Temo derbarê hûrgilî û çawaniya pêkanîna serjimêriyê de wiha axivî: "21298 kesan serjimêrî pêk anî û nêzîkî 166 malbatî nexwest ku agahiyan derbarê malbatên xwe de bide. Ji xwe ev mafê wan ê suriştî ye. Em dibêjin ku hîn deriyê tomarkirinê li ber wan vekirî ye ta ku navên xwe tomar bikin."

Ji aliyê din ve, Endamê Navenda Rojavayê ya Lêkolînên Stratejîk Siltan Hesen Temo diyar kir ku serjimêrî li çargoşeyên Qamişlo, Hesekê, taxa Xiwêrane û gundên Hamo, Qesîre û Rişwaniyê ji ber sedemên ewlehiyê pêk nehatiye.

Derbarê hejmara gelheya Kantona Cizîrê de, ti agahî nehatin dayîn û hat gotin ku ew agahî dê piştî senifandina elektronîk werin belavkirin.

Birêveberiya Xweser di herdû mehên dawî de serjimêriya Kantona Cizîrê pêk anîbû û qedandibû.

Bi heman mijarî:

Li Cizîrê serjimêrî dest pê kir
Li 7 herêmên Rojava serjimêrî dest pê kir
Asayîşa Rojava ji bo serjimêriyê: Alîkariyê bikin
Hikumeta Sûriyeyê ji bo serjimêriyê rêvebiriya Rojava hişyar kir
Li Kantona Cizîrê Orkêstraya Zarokan hat vekirin
Li Kantona Cizîrê di 19ê Îlonê de wê serjimarî çêbibe
Etîketan:
serjimêrî, Navenda Rojavayê ya Lêkolînên Stratejîk, Siltan Hesen Temo, Xiwêran, Qamişlo, Hesekê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de