21:13 21 Hezîran 2018
Remadî piştî DAIŞê; bajar wêran bûye.

Bermayiyên DAIŞê yên kîmyewî 300 kes fetisandin

© Sputnik / Nazek Muhammed
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hinek qutiyên madeyên jehrî ku DAIŞê li dû xwe li bajarê Remadiyê hiştibûn ne ji qestî ve li ser destê welatiyekî hatine şewitandin û di encamê de 300 kes ku piraniya wan jin û zarok fetisîne.

Çavkaniyên herêmî ji Sûptnikê re ragihand ku li herêma El-Bûfiracê ya Bakurê Remadiyê nêzîkî 300 kesî, piraniya wan jin û zarok, ji ber şewitandina gazeke kîmyewî ya jehrê fetisîne.

Herwiha çavkaniya ku nexwest navê xwe eşkere bike da zanîn ku kesekî sivîl bê haya wî jê hebe, qutiyên madeya "klora jehrî" dihewînin ku DAIŞê di nav gilêşê de hiştibûn şewitandine û di encama derketina gaza jehrî de bêtirî 300 kesî ku piraniya wan jin û zarok in, fetisîne û dûre hatine rakirin bo nexweşxaneyê ta ku bê dermankirin.

Ji aliyê din ve, heman çavkaniyê got, bijîşkan teqez kiriye ku sedema xeniqînê, madeya klorê ya jehrî ye ku DAIŞê li dû xwe hiştibû.

Teqîn ji ber bermayiyên DAIŞê her rojê çêdibin li Bajarê Remadiyê yê ku Artêşa Iraqê dawiya sala 2015an ji destê DAIŞê derxistibû,

 

Bi heman mijarî:

Pêşmerge: DAIŞ êdî şer nake tênê êrişan pêk tîne
NY: DAIŞ li Mûsilê 550 malbatî wek mertalê zindî bikar tîne
DAIŞ wê êrişî rêxistina Ulku Ocaklari bikira
‘Dibe ku DAIŞ li Mûsilê çekên kimyewî bikar bîne'
DAIŞ bi sedan jinên êzidî ji Mûsilê direvîne Reqqayê
DAIŞ îdia dike ku li Hesekê balafireke DYAyê xistine
Sîrwan Barzanî: DAIŞ bi tirsonekî sengerên xwe diparêze
Etîketan:
gaza klorê, Artêşa Iraqê, DAIŞ, Iraq, Remadî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de