20:12 17 Tebax 2017
Zindî
    Helîkopter

    "Artêşa Sûriyeyê li ASAya Tirkiye piştgiriya wê dike xist"

    © Sputnik/ MIHAIL VOSKRESENSKİY
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Artêşa Tirkiyeyê ragihand ku helîkoptereke tê texmînkirin a Artêşa Sûriyeyê be, cara yekem bi bermîlên teqîner hêzên dijber ên Tirkiye piştgiriya wan dike bombebaran kirine.

    Ajansa Nûçeyan Reutersê ragihand, Artêşa Tirkiyeyê diyar kiriye ku helîkoptereke "tê gotin ku ya rejîma Sûriyeyê ye" roja sêşemê endamên ASAyê yên li nêzîkî bajarokê Exterînê yê 5 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Dabiqê bi cih bûne, bombebaran kirine. Dabiq berê di bin destê DAIŞê de bû û ASAyê bi piştgiriya Tirkiyeyê vê mehê ji destê wan derxistibû.

    Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 2 endamên ASAyê hatine kuştin û 5ên din birîndar bûne lê ti daxuyanî ji aliyê Artêşa Sûriyeyê ve derbarê bûyerê de nehat dayîn.

    Ji aliyê din ve, Artêşa Sûriyeyê hefteya borî piştî ku balafirên Tirkiyeyê derbasî qada Sûriyeyê bûbûn û li armancinan li wê derê xistibû, ragihandibû ku ew ê balafirên Tirkiyeyê yên derbasî qada wan a hewayî dibin bixin,

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Kontrolkirina Dabiqê derbeyeke mezin li dijî DAIŞê bû
    ASAyê bajarokê Dabiqê ji destê DAIŞê deranî
    Artêşa Tirkiyeyê, li Erşaq û Dabiqê mewziyên DAIŞê bombebaran kirin
    Reuters: Operasyona Dabiqê ya dijberên Tirkiye piştgiriya wan dike dest pê kir
    'Piştî kontrolkirina Dabiqê, DAIŞ wê têk biçe'
    Mûxalifên sûriyeyî dixwazin di nava 48 saetan de bigihîjin navçeya Dabiqê
    Etîketan:
    helîkopter, DAIŞ, ASA, Artêşa Sûriyeyê, Artêşa Tirkiyeyê, Tirkiye, Sûriye, Exterîn, Dabiq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de