02:22 18 Tebax 2017
Zindî
    Li Amedê polîsan derdora Şaredariya Bajarê mezin dorpêç kirine

    YE: ‘Desteserkirina Kişanak û Anli bûyereke gelekî metirsîdar e'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Komîsyona YEyê bi daxuyaniyeke nivîskî gotin ku bûyera desteserkirina Hevşaredarên Amedê Kişanak û Anli, bûyereke ‘gelekî metirsîdar e'.

    Navenda Nûçeyan — Komîsyona Yekîtiya Ewropayê derbarê desteserkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Daxuyanî li ser navê Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlakariyê û Karên Derve ya YEyê Federica Mogherini û Nûnerê Berpirs ê ji Gotûbêjên Berfirehkirinê û Polîtîkaya Cîrantiya Ewropayê ya Komisyona YEyê Johannes Hahn ve hate dayin.

    Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di 15 mehên dawî de li bajarên kurdan tundûtujî qet bidawî nebûye û ji ber desteserkirina Kişanak û Anli metirsiyên xwe anîne ziman. Mogherini û Hahn dibêjin ku PKK ji bo ewlekariya Tirkiyê xetereyek cidîye û daxwaz ji Tirkiyê tê kirin ku gavên xwe li gorî raseriya hiqûqê û azadiyên bingehîn bavêje.

    YEyê bangewaziya çareseriya siyasî kiriye û daxwaz kiriye ku pêvajoya siyasî ya navxweyî zûbizû bê destpêkirin.

    RAPORTORA TIRKIYÊ: ‘REWŞ GELEKÎ ME METIRSÎDAR E'

    Di vê navberê de raportora Tirkiyê ya Parlamena Ewropayê Kati Piri, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand ku desteserkirina Anli û Kişanak gelekî metirsîdar e û ew ê vê bûyerê jinêz ve bişopîne.

    Bi heman mijarî:

    Gulten Kişanak û Firat Anli hatin desteser kirin
    PAKê desteserkirina Gulten Kişanak û Firat Anli şermezar kir
    Wekîlê HDPê Sancar bertek nîşanê desteserkirinê da: AKP derbeyê berdewam dike
    Xebatkarên Şaredariya Amedê rastî astengiya polêsan hatin
    Polês mûdaxeleya parlamenterên HDPê û karmendên şaredariya Amedê kir
    KCK: ‘AKP li paytexta Kurdistanê êrîşî vîna kurd dike'
    Parlamentera berê Ayla Akat jî di nav de 25 kes hatin desteserkirin
    Walîtiya Amedê ji bo Kişanak û Anli daxuyanî da
    Etîketan:
    Parlamena Ewropayê, Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Kati Piri, Johannes Hahn, Federica Mogherini, Firat Anli, Gultan Kişanak, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de