12:23 19 Tebax 2017
Zindî
    Gultan Kişanak - Firat Anli

    Walîtiya Amedê ji bo Kişanak û Anli daxuyanî da

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 63 0 0

    Walîtiya Amedê ragihand ku banga civîna li derdora avahiya Şaredariya Amedê ji bo protestokirina destserkirina hevserokê şaredariyê Gulten Kişanak û Firat Anli, ne qanûnî ye.

    Di daxuyaniya ku Walîtiya Amedê de, hat ragihandin ku piştî Serdozgerê Komarî yê Amedê duh di çarçoveya lêpirsîna PKKê de biryara destserkirina Seroka Şaredariya Amedê Gulten Kişanak û Endamê Encûmena Şaredariyê Firat Anli da, hinek alî, organên medyayê û bikahênerên medyaya civakî bangî xelkê kir ku li derdora avahiyê şaredariyê bicive.

    Walîtiyê got ku bi ev bang ji xelkê dixwazin, çalakiyên neqanûnî bikin û hat ragihandin ku hemû çalakî, xwenîşandan û vekirina konan heta fermaneke din hatine qedexekirin.

    "EM BAŞ DIZANIN, GELÊ DÊ GUH NEDE BANGAN"

    Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji, bo rêgirtina li ber bûyerên neyênî, tiştên wiha dikarin tenê li cihên sergirtî werin kirin û wiha dewam kir: "Ji bo aramî, hevgirtin û yekîtiya parêzgeha me, gelekî giring e ku kes guh nede van bangan. Em baş bawer dikin ku gelê Amedê, bi aqilê selîm tevbigere û ew ê guh nede van bangên neqanûnî. Bi vê boneyê, em ji niha de spasiya gelê Amedê dikin".

    ​LÊGERÎNA LI AVAHIYA ŞAREDARIYÊ, SAET 05:20AN QEDIYA

    Ji aliyê din ve, duh piştî ku Kişanak û Anli hatin destserkirin, lêgerînê li malên wan dest pê kiribû û saet 23:20an xelas bû. Lêgerîna li avahiya şaredariya Amedê, heta saet 05:20ê berdewam kir. Polîsan heta saet 08:00ê bergirî li ber avahiyê girtin û piştî wê saetê, rayedarên şaredariyê parêzer anîn qatên jê berpirsyar ta ku girteyan ji bo lêgerînên qatên xwe binivîsin.

    LI DISKIYÊ JÎ LÊGERÎN ÇÊBÛ

    Di wê dema ku lêgerîn li avahiya şaredariyê dihat kirin, li Daîreya Ava û Kanalîzasyonê (DISKI)yê jî lêgerînê saet 04:00an dest pê kir û heta saet 07:00 berdewam kir.

    POLÎSAN DESTWERDANÊ LI XWENÎŞANDERAN KIR

    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji şevê din ve ji aliyê polêsan ve hatiye dorpêçkirin dema karmend li ber avahiya şaredariyê kombûn rastî êrîşa polêsan hatin.

    ​Polîsan bi TOMA û ava bişid êrîşê xwenîşanderan kir.

     

    Bi heman mijarî:

    PAKê desteserkirina Gulten Kişanak û Firat Anli şermezar kir
    Gulten Kişanak û Firat Anli hatin desteser kirin
    Gulten Kişanak û şandeke DBPê çû Herêma Kurdistanê
    Kişanak: 'Operasyon qediyan, lê rûxandina Sûrê berdewam e'
    Ji Gultan Kişanak re 5 sal ceza hat xwestin
    Kişanak: 'Em ê her tim Ocalan silav bikin'
    Etîketan:
    xwenîşandan, Waltiya Amedê, DBP, Firat Anli, Gulten Kışanak
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de