02:11 21 Tebax 2017
Zindî
    Li Amedê polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir

    Parlamentera berê Ayla Akat jî di nav de 25 kes hatin desteserkirin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 50901

    Di dema mudaxeleya polîsan a li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de parlamentera berê ya DBPê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî di nav de 25 kes hatin desteserkirin.

    Amed — Piştî Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin desteserkirin, vê sibê komeke ku parlamenterên HDPê jî di nav de li ber avahiya Şaredariyê kom bûn û xwestin çalakiya protestoyî li dar bixin. Lê polîsan destûr nedan û bi ava şid mudaxeleyî çalakanan kir.

    Di dema mudaxeleyê de parlamenterên HDPê jî di nav de hin kes birîndar bûn û parlamentera berê ya DBPê ya Êlihê û berdevka demî ya Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Zulkuf Karatekin û endama Koma İmraliyê Ceylan Bagriyanik jî di nav de 25 kes hatin desteserkirin.

    Di vê navberê de polîsan di dema desteserkirinê de li gel hin kesên din Parlamentera HDPê ya Amedê Feleknas Uca jî bi erdê ve kaş kirin.

    LI STENBOLÊ JÎ ÇALAKÎ HEBÛ

    Ji bo serbest berdana Kişanak û Anli li Stenbolê, li Qada Galatasarayê, li Qada Bakirkoyê û li Kadikoyê di heman demê de çalakî hatin lidar xistin.

    LI BÛRSAYÊ 10 KES HATIN DESTESERKIRIN

    Li navçeya Yildirim a Bûrsayê jî bi heman armancê xwepêşandanek protestoyî çêbû lê polîsan destûr neda û 4 jê jin 10 endamên HDPê desteser kirin.

    Bi heman mijarî:

    Gulten Kişanak û Firat Anli hatin desteser kirin
    Wekîlê HDPê Sancar bertek nîşanê desteserkirinê da: AKP derbeyê berdewam dike
    Xebatkarên Şaredariya Amedê rastî astengiya polêsan hatin
    Polês mûdaxeleya parlamenterên HDPê û karmendên şaredariya Amedê kir
    HDPê komîsyona darbeyê terikand
    KCK: ‘AKP li paytexta Kurdistanê êrîşî vîna kurd dike'
    Etîketan:
    KJA, DBP, HDP, Zulkuf Karatekin, Feleknas Uca, Ayla Akat Ata, Gultan Kişanak, Firat Anli, Yildirim, Kadikoy, Qada Bakirkoyê, Qada Galatasarayê, Bûrsa, Stenbol, Êlih, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de