07:40 21 Tebax 2017
Zindî
    KCK

    KCK: ‘AKP li paytexta Kurdistanê êrîşî vîna kurd dike'

    © Foto: Sosyalist Forum
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 47230

    KCKê li ser girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Anli û Kişanak weke xeleka dawî ya polîtîkaya dijminantiya kurdan a desthilatdariya AKPê dinirxîne û dibêje: "Desthilatdariya AKPê weke ku li her derê êrîşî kurdan dike, li paytexta Kurdistanê Amedê jî bi desteserkirina hevserokan re dixwaze bibêje ku ‘ez vîna te nas nakim'."

    Navenda Nûçeyan — Hevserokatiya Koma Civakê Kurdistanê (KCK) derbarê girtina Hevşaredarên Bajarên Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak de daxuyaniyek nivîskî belav kir. KCKê di daxuyaniya xwe de girtina Anli û Kişanak weke ‘delîla bêtehemuliya vîn, deng û hebûna kurdan' dinirxîne û wiha dibêje: "Desthilatdariya AKPê weke ku li her derê êrîşî kurdan dike, li paytexta Kurdistanê Amedê jî bi desteserkirina Hevserokan re dixwaze bibêje ku ‘ez vîna te nas nakim, ez tiştekî te qebûl nakim, Ji bo te ji dîrokê tune bikim, ez ê her rêyê biceribînim'.

    KCK diyar dike ku ‘êdî ji bo kurdan wateya gotinê nemaye û wê li hemberî van êrîşên AKPê heta dawî liberxwe bide'. KCK girtina Anli û Kişanak weke xeleka dawî ya polîtîkaya dijminantiya kurdan a desthilatdariya AKPê dinirxîne û dibêje: "Ev êriş ne li ser raman û tevgereke siyasî ya kurd e, lê bele li hemberî hemû kurdan hatiye kirin."

    Bi heman mijarî:

    Li Sûrê li hemberî wesayita polîsan êrîşa bombeyî
    PAKê desteserkirina Gulten Kişanak û Firat Anli şermezar kir
    Wekîlê HDPê Sancar bertek nîşanê desteserkirinê da: AKP derbeyê berdewam dike
    Xebatkarên Şaredariya Amedê rastî astengiya polêsan hatin
    Polês mûdaxeleya parlamenterên HDPê û karmendên şaredariya Amedê kir
    HDPê komîsyona darbeyê terikand
    Etîketan:
    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, AKP, KCK, Firat Anli, Gultan Kişanak, Kurdistan, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de