15:00 21 Tebax 2017
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: "Mertalê Firadê hetanî El Babê wê dewam bike"

    © Foto: AA/ Fatih Aktaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3301

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku rejima Sûriyeyê êrişî hêzên ku tekoşîna dijî rêxistina terorîst a DAIŞê dikin dike. Ajandeya wan eşkere û xuyayî ye.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku rejima Sûriyeyê êrişî hêzên ku tekoşîna dijî rêxistina terorîst a DAIŞê dikin dike. Ajandeya wan eşkere û xuyayî ye. Êrişa hêzên rejimê li dijî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) operasyonê nasekinîne. Operasyona Mertalê Firadê hetanî El Babê wê dewam bike.

    EM Ê TEDWÎRÊN PÊWIST BIGIRIN

    Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtina hemkarê xwe yê sûdanî Îbrahîm Gandur di civîna çapemenî de got: "Rejima Sûriyeyê êrişî hêzên ku li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê tekoşînê dikin dike. Bi vê êrişê em dibînin ku di ajandeya rejim û alîgirên wê de çi heye. Êrişa hêzên rejimê ya li dijî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) Operasyona Mertalê Firadê nasekinîne. Ev operasyon wê hetanî herêma El Babê bidome. Heke ev metirsî were asta ewlehî girtinê em ê hemû tedwîrên pêwist bigirin. Heke li hemberî Telaferê erişek pêk were em ê li wir jî tedwîrên pêwist bigirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: "Sererkanê me tim bi hevkarê xwe yê rûsî re dipeyîve"
    Çavuşoglu: "Eger YPG venekişe em dê mudaxale bikin
    Çavuşoglu: ‘4 balafirên me yên F-16 beşdarî operasyona Mûsilê dibin’
    Çavuşoglu: Heke ji hêla Iraqê gef li Tirkiyê bên xwarin wê operasyon çêbibe
    Çavuşoglu: "Rêxistina Hevkariya Îslamî, FETO wekî terorîst îlan kir"
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Operasyona Mertalê Firadê, Mevlut Çavuşoglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de