06:22 24 Hezîran 2018
Polês li Amedê mudaxale dike

Polês mûdaxeleya parlamenterên HDPê û karmendên şaredariya Amedê kir

© Foto : HDP
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
Omer Faruk Baran
0 01

Polêsên Midûriyeta Ewlehî ya Amedê mûdaxeleya parlamenter û karmendên şaredariya Amedê kir.

Amed — Hat ragigandin ku polêsên Midûriyeta Ewlehî ya Amedê li devê Şaredariya Mezin mîdaxeleya parlamenter û karmendên şaredariyê kir.

Polêsên Midûriyeta Ewlehî ya Amedê li devê Şaredariya Mezin bi toma û xaza rondikrêj mûdaxeleya parlamenter, revêbirên HDP, DBP û karmendên şaredariyê kirin.

​Parlamenter, rêvebirên HDP û DBPê, karmendên şaredarî û gelê Amedê ji bo nerazîbûna xwe nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bidin li devê şaredariyê kombûn, lê rastî êrişa polêsan a toma û xaza rondikrêj hatin.

Ji aliyê din ve li gorî nûçegihanê ajansa Spûtnîkê yê Amedê, li herêmê girêdana înternetê hatiye birîn û di mûdaxeleyê de gelek kes ji terefê polêsan ve hatin binçavkirin.

Etîketan:
Şaredariya Mezin, Midûriyeta Ewlehî, Polês, DBP, HDP, aMED
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de