06:22 24 Hezîran 2018
Xwepêşandan, Amed

Xebatkarên Şaredariya Amedê rastî astengiya polêsan hatin

© REUTERS / / Sertac Kayar
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji şevê din ve ji aliyê polêsan ve hatiye dorpêçkirin dema karmend li ber avahiya şaredariyê kombûn rastî êrîşa polêsan hatin.

Amed — Piştî Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli şevê din hatin binçavkirin, polêsan li avahiyê lêgerîn pêkanîn û şaredarî dorpêçkirin. Karmendên şaredariyê yên ku serê sibê ji bo kar hatin ber avahiya şaredariyê ji ber polêsan nekarîn bikevin hundir.

Xebatkarên ku bi gotina "em di şaredariya ku polês tê de ne naxebitin" neketin hundirê şaredariyê rastî zextên polêsan ên "yan bikevin hundir an jî ji vir herin" hatin. Xebatkarên ku polêsan xwestin bi zorê wan ji ber avahiya şaredariyê derbixin, bi dirûşmeya "zext me bêzar nakin" bertek nîşanî polêsan dan.

Li ser vê yekê polêsan êrişî sedan xebatkarên li ber avahiyê kombûne kirin. Xebatkarên ku rastî êrîşa polêsan hatin, ligel êrişê jî ji ber avahiyê kombûn û bi dirûşmeyan serdegirtina polêsan şermezar dikin. Sekna xebatkaran a li ber şaredariyê didome.

Bi heman mijarî:

PAKê desteserkirina Gulten Kişanak û Firat Anli şermezar kir
Gulten Kişanak û Firat Anli hatin desteser kirin
Gulten Kişanak û şandeke DBPê çû Herêma Kurdistanê
Kişanak: 'Operasyon qediyan, lê rûxandina Sûrê berdewam e'
Ji Gultan Kişanak re 5 sal ceza hat xwestin
Etîketan:
Xebatkar rastî zextên polêsan tên, Binçavkirina hevşaredarên Amedê, Şaredariya Amedê, Gultan Kişanak, Firat Anli, Amed, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de