21:36 19 Tebax 2017
Zindî
    Mithat Sancar

    Wekîlê HDPê Sancar bertek nîşanê desteserkirinê da: AKP derbeyê berdewam dike

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Wekîlê Mêrdînê yê HDPê û endamê Komîsyona Lêkolîn a Hewldana Derbeyê ya Parlamanetoyê Mithat Sincar rexne li desteserkirina Gultan Kişanak û Firat Anli girt û got "AKP bi derbeyê re tênakoşe, derbeyê berdewam dike. Komîsyona derbeyê jî derbeyeke giran xwariye."

    Wekîlê HDPê Sancar ji bo Gazeteduvarê axivî û got "Desteserkirina Gultan Kişanak a ku li Komîsyona Lêkolîn a Hewldana Derbeyê ya Parlamanetoyê 3 saetan axivî şûnde çû Amedê û li balafirxaneya Amedê hat desteserkirin ev e: Komîsyona derbeyê jî derbeyeke giran xwariye. Komîsyona Derbeyê rastiya pêbawerkirina xwe jî armanca xwê ya ronîkirina hewldana derbeyê jî wenda kiriye. AKP bi derbeyê re tênakoşe, derbeyê berdewam dike. Pêşiyê ji şaredariyên biçûk destpê kirin. Qeyûm wê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re jî were tayîn kirin, ger ku şaredar werin girtin îcar dibe ku rêz were ser koma Parlamento ya HDPê. Ev demek e li hinek derdoran ev dihat gotin. Niha tê fêmkirin, ev tenê ne senaryo ne."

    Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli yên ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê di derbarê wan de biryara desteserkirinê dabû, hatin desteserkirin. Gultan Kişanak gava ku ji Enqereyê vegeriya Amedê, li Blafirxaneya Amedê hatibû desteserkirin, Firat Anli jî li mala xwe hatibû desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    PAKê desteserkirina Gulten Kişanak û Firat Anli şermezar kir
    Gulten Kişanak û Firat Anli hatin desteser kirin
    Kişanak: 'Operasyon qediyan, lê rûxandina Sûrê berdewam e'
    Etîketan:
    derbe, berdewam, bertek nîşandan, desteserkirin, AKP, Komîsyona Lêkolîn a Hewldana Derbeyê ya Parlamanetoyê, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wekîlê Mêrdînê yê HDPê, Gultan Kişanak, Firat Anli, Mithat Sancar, Amed, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de