01:35 20 Tebax 2017
Zindî
    PAK

    PAKê desteserkirina Gulten Kişanak û Firat Anli şermezar kir

    © Foto: Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 50 0 0

    Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk di derbarê desteserkirina hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de peyamek belav kir.

    Mustafa Ozçelîk li ser hesabê xwe yê Twitterê di derbarê desteserkirina her du hevserokên Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli de peyamek belav kir û di peyama xwe de girtina wan her du hevserokan şermezar kir.

    Ozçelîk ji bo desteserkirina Gultan Kişanak û Firat Anli ji aliyê polîsên Tirk ve got: "Hevserokên Şarederiya Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli hatine girtin.Em vê birayarê şermezar dikin; divê demildest bêne berdan.

    Hêjayê bibîrxistinê ye ku di 25ê Cotmeha 2016a de şeva sêşemiyê polîsên dewleta Tirk bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de girtibûn û derdora şarederiyê dorpêş kiribûn.

    Polîsan piştî ku Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultena Kişanak ji Enqereyê vegeriya Amedê, li Balafirxaneya Amedê ew desteser kirin û her wiha Hevserokê Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli jî li mala xwe ji aliyê polîsan ve hat desteser kirin.

    Bi heman mijarî:

    Gulten Kişanak û Firat Anli hatin desteser kirin
    Gulten Kişanak û şandeke DBPê çû Herêma Kurdistanê
    PAKê êrîşa Hesekê şermezar kir
    PAKê komkujiya Zîlanê şermezar kir
    PAKê bang li PKK kir: Dev ji siyaseta hendek û barîkatan berde
    Serokê PAKê: ‘Dewletê berê kurdan da şer'
    Etîketan:
    şermezarkirin, girtin, Serokê Giştî yê PAKê, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Balafirxaneya Amedê, Gulten Kişanak, Firat Anli, Mustafa Ozçelik, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de