02:11 18 Tebax 2017
Zindî
    AKP

    Li Wanê bombe avêtin mala Serokê Ciwanên AKPê

    © Foto: Fib Haber
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 75730

    Li navçeya Bargirî ya Wanê li hemberî mala Serokê Ciwanên AKPê Selçuk Yay bi bombeyê êrîş hat pêk anîn.

    Hat ragihandin ku di saetên êvarê de 3 kesên nasnameyên wan ne diyar, bombeyên bi destan çêkirî avêrin mala Serokê Ciwanên AKPê Selçuk Yay.

    Teqîmeniya ku rastî dîwarê qatê yekemîn bû, bû sedema ziyaneke madî. Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê sewqê herêmê hatin kirin û ji bo girtina êrîşkaran dest bi operasyonê kirin.

    Serokê Navçeya Bargirî yê AKPê İbrahim Vanli li cihê bûyerê daxuyanî da û di daxuyaniyê de got gef û êrîş me natirsîne, li vê navçeyê kesê bêxwedî tune ye û divê neyê ji bîr kirin ku ev cihê eşîran e.

    Li gorî agahiyên herêmî hat ragihandin ku êrîş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê şaredariya AKPê îstîfa kir
    Li Wanê Cîgirê Serokê AKPê hat kuştin
    Rêxistina AKPê ya Bodrumê îstîfa kir
    Ji AKPê çend îstîfa
    Etîketan:
    mal, êrîş, Serokê Navçeya Bargirî yê AKPê, Serokê Ciwanên AKPê, İbrahim Vanli, Selçuk Yay, Bargirî, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de