13:25 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Wezîrê Enerjî yê Erebîstan Siûdî Xalid el Fellah

    Ji Wezîrê Enerjî yê Erebîstana Siûdî daxuyaniya Rûsyayê

    © REUTERS/ Murad Sezer/File Photo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Wezîrê Enerjî, Pîşesazî û Çavkaniyên Madenî yê Erebîstana Siûdî El Falih diyar kir ku divê di piyaseya neftê de hevsengî ji nû were pêkanîn û got "Rêxistina Welatên ku Neftê Difiroşin (OPEC) bi welatên berhemdêr ên neftê yên din re ketiye pêvajoyeke hevdîtinê." Falih got "em bi Rûsyayê re bi awayekî berfireh mijarên neftê dinirxînin."

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Enerjî, Pîşesazî û Çavkaniyên Madenî yê Erebîstana Siûdî Xalid bîn Abdulazîz el Falih li Riyad a paytexta Siûdî di civîneke çapemeniyê de derbirî ku hevdîtinên OPECê û welatên ne endamên OPECê bi hemdemî tên berdewamkirin û got "OPEC û welatên ne endamên OPECê di piyaseya neftê de ji bo hevsengî ji nû ve were pêkanîn dest bi pêvajoyeke hevdîtinê kirin."

    El Falih li Riyadê di civîna Komîteya Hevkarî ya Neftê ya Konseya Hevkarî ya Korfezan a 35emîn de axivî û got "min ji bo ku koordînasyona di navbera welatên ku neftê difiroşin û dikirin de bajo, Wezîrê Enerjî yê Rûsyayê dawet kir. Em bi Rûsyayê re mijarên neftê bi awayekî berfireh dinirxînin."

    El Falih ragihand ku rojane hilberîna neftê ya welatên Korfezê digihêje 18 milyon bermîlê û got ev jî teqabulê ji sedî 20ê nefta ku li cîhanê tê hilberîn, dike. Falih got "ji ber pêlên piyasa neftê em hîn jî tengasiyê dikişînin. Ev rewş li ser budeçya KÎKê bû sedema zextiyê."

    Tê payîn ku OPEC û welatên ne endamên OPECê ji bo îstîqrara piyaseya neftê di 29ê Cotmehê de li Viyan a paytexta Avusturyayê li hevdu bicivin.

    Bi heman mijarî:

    Novak, li Stenbolê wê li gel nûnerê OPECê bicive
    Endamên OPECê biryara petrolê da
    Rêxistina Welatên ku Petrolê Îxraç Dikin (OPEC)
    Erebîstana Siûdî di dîroka xwe de ket bin deyndariya herî mezin
    Amerîkayê ji bo Erebîstana Siûdî firotina çekan qebûl kir
    Etîketan:
    piyaseya neftê, daxuyanî, Wezîrê Enerjiyê yê Erebîstana Siûdî, OPEC, Xalid El Fellah, Viyana, Avusturya, Rûsya, Erebîstana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de