08:38 26 Îlon 2017
Zindî
    Milîtanên Artêşa Sûriyeya Azad - ASA

    Şerên li Şehbayê dijwartir bûn

    © Foto: AA/ Majd Halabi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7920

    Di navbera Hêzên Şoreşger û komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike şerên dijwar diqewimin. Hate ragihandin ku gelek leşker jiyana xwe ji dest dane.

    Recep Tayyip Erdogan
    © Foto: AA/ Berk Özkan
    Şehba — Hate diyarkirin ku di navbera Hêzên Şoreşger û komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li derdora bajaroka Şêx Îsayê ya ser Şehbayê şerên dijwar diqewimin.

    Şervanên Hêzên Şoreşger bersiv dane komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike û şervana bajaroka Mareyê ji xwe re kirine hedef. Hate îddiakirin ku di şer de gelek leşkerên tirk û endamên komên Tirkiye piştgiriya wan dike, hatine kuştin.

    Li gorî zanyariyên ku ji herêmê hatin wergirtin bajaroka Til Rifat, Şêx Îsa û gundê Herbilê Artêşa tirk topbaran dike. Şerên li herêmê bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Tirkiye axa me dagir kiriye dê li dijî hêza dagirker derkevin
    Polêsan bi ser merasîma cenazeya HPGyiyan de girtin
    Bo sînorê Kilîsê sewqîyata leşkerî hat kirin
    Tirkiye îdiayên ku tankên wan derbasî Sûriyeyê bûne derewand
    Etîketan:
    kom, dijwar, piştgirî, şer, şervan, Şehba, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de