22:28 24 Îlon 2017
Zindî
    Operasyon - Mûsil

    Artêşa Iraqê bajaroka stratejîk rizgar kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 59 0 0

    Operasyona Mûsilê ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ve hate destpêkirin dewam dike. Bajaroka Bartîllayê ya stratejîk ku dikeve başûrê Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqê ve ji DAIŞê hate rizgar kirin.

    Hikmet Durgun

    Navenda Nûçeyan — Fermandarê Artêşa Iraqê Zeynedîn Îsa ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku bajaroka stratejîk Bartîllayê ji DAIŞê rizgar kirine û 7 kîlometro maye bikevin Mûsilê.

    DAIŞ WINDAYIYÊN GIRAN DIDE Û BER BI MÛSILÊ VE DIREVE

    Li gorî zanyariyên ku hatin bidestxistin, hêzên Iraqê di Cepheye Bartîllayê 4 rojên bipêş ve diçe, îro 3 gund û bajarokek ji rêxistina terorîst DAIŞê rizgar kirin. Di şerê îro de 24 terorîstên DAIŞê hatin kuştin, 3 leşkerên Iraqê jî birîndar bûn.

    Artêşa Iraqê ji başûr ve ber bi Mûsilê ve bipêş ve diçe û DAIŞê jî windayiyên giran didin û ber bi Mûsilê ve direvin.

    Şerê di navbera DAIŞê û Artêşa Iraqê ya li gundên Terzîlah û Hemndanî dewam dike, bajaroka Bertîllayê ji ber ku nêzî pîşesaziya Mûsilê ye gelek stratejîke ji DAIŞê rizgar kirin.

    DAIŞê LI BASTÎLLAYÊ BERXWE DA LÊ LI SER ÊRIŞÊN ME VEKIŞIYA

    Sputnik çû bajaroka Bastîllayê ku Artêşa Iraqê ji DAIŞê rizgar kir.

    Pêşmergeyek ku di Artêşa Iraqê de Fermandare Zeynedîn Îsa ji Sputnikê re axivî û ragihand ku operasyona Mûsilê bi serkeftî dewam dike û wiha pê de çû:

    "Operasyonên ku ev 4 rojên dewam dikin 5 gundên ku dikevin başûrê Mûsilê ji DAIŞê rizgar kirine. Îro jî di encama şerên dijwar de bajaroka stratejîk Bastîlla ji DAIŞê standine. DAIŞê li bajarokê li berxwe da lê li ser êrişên me vekişiya. Niha jî bajarok ji mayin û bombeyên DAIŞê tê paqijkirin; çimkî DAIŞê bajêr bi bombe û mayînan tijê kiriye. Vegera sivîlan ya bajarokê niha nemumkûne."

    Fermandar Îsa destnîşan kir ku balafirên şer ên hêzên hevpeyman herêmên di bin kontrola DAIŞê de bombebaran dikin û demek nêz de dê bikevin navenda Mûsilê.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn rewşa Mûsil û Helebê gotûbêj kir
    Berdevkê pêşmergeyan: Mûsil wê gav bi gav were rizgarkirin
    Ahmet Turk: ‘Mûsil di herêma kurdan de ye'
    Kurtulmuş: Gelo gava Mûsil hat dagirkirin, Iraq li kû bû?
    Etîketan:
    rizgarikirin, bajarok, stratejîk, pêşmerge, operasyon, DAIŞ, Sputnik, Zeynedîn Îsa, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de