04:12 24 Îlon 2017
Zindî
    operasyona rizgarkirin a Mûsilê destpê kir

    Artêşa Iraqê li nêzî Mûsilê du bajarok kontrol kirin

    © AP Photo/ Adam Schreck
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Hat ragihandin ku artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona Mûsilê de bajarokê Bertil û Hemdaniyê ji deste rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kirin.

    Mûsil - Leşkerekî ji Hêza Altûnî ya Artêşa Iraqê ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê gelek wesayîtên bombebarkirî bikaranîn. Çekdarên nîşangir jî danîbûn avahiyên mezin. Ser rêya me bombe vedabûn, lê bi alîkariya xwedê me ew bajarok rizgar kirin.

    Bajarokê Bertilê dikeve ser rêya sereke ya Hewlêr û Mûsilê û 21 kîlometroyan ji bajarê Mûsilê dûr e. Berî êrişên DAIŞê hejmara niştecihên bajarok zêdetirî 60 hezar kesî bû. Li Bertilê pêkhateyên wekî mesîhî, kurdên şebek û kurdên êzidî hebûn. Herwiha ligel Bertilê hêzên ewlekariya Iraqê bajarokê Hemdaniyê jî kontrol kirin. Li bajarokê Hemdaniyê herî zêde niştecihên mesihî diman.

    Li gorî zanyariyên berdest, balafirên şer ên koalisyona navneteweyî jî pêgehên DAIŞê yên nav bajarê Mûsilê bombebaran dikin û terorîstên DAIŞê jî piraniya avahiyên fermî û perestgeh bi bombe teqandine û gelek bombe jî li malan û rêyan vedane.

    Bi heman mijarî:

    Di operasyona Mûsilê de pêşmergeyên jin di cepheyê herî pêş de şer dikin
    Memozînî: "Di rojekê de 158 kuştiyên DAIŞê gihîştin Mûsilê"
    Rayedarê Iraqî: Ne rast e ku me di mijara Mûsilê de bi Tirkiyeyê re lihev kiriye
    Serokomarê Fransayê hedefa piştî Mûsilê eşkere kir
    Niştecihên Mûsilê vedigerin gundên xwe
    Etîketan:
    Artêşa Iraqê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de