10:18 20 Îlon 2017
Zindî
    Dêrsim

    Li Dêrsimê şerên dijwar diqewimin

    © Foto: AA/ FATMA ÇIRAY
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 47720

    Li navçeya Pûlûra Dêrsimê piştî ragihandina qedexeya derketina derve şerên dijwar di navbera şervanên PKKê û leşkerên tirk de diqewimin.

    Dêrsim — Leşkerên tirk piştî qedexeya derketina derve operasyon dan destpêkirin. Hate ragihandin ku li mezrikên Lilgan, Şorşiwenk, Deyasur, Safkan û Dedgan yê ser gundê Gamirê di navbera şervanên PKKê û leşkeran de şerên dijwar diqewimin.

    Li gorî zanyariyên ku ji herêmê hatin wergirtin denge çekan ji navçeyê jî tên bihîstin. Herwiha leşkerên tirk bi tankan daristanên Kenzîr û Kozlucayê jî topbaran dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Dêrsimê dikandaran dikanên xwe venekirin
    Li Dêrsimê polîsan girt ser malên rêveberên DBPê û EMEPê
    Tirkiye, li Dêrsimê operasyoneke berfireh pêk tîne
    Li Dêrsimê 31 herêm ji bo 6 mehan hatin qedexekirin
    Etîketan:
    qedexe, dijwar, PKK, leşker, şer, Dêrsim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de