21:11 26 Îlon 2017
Zindî
    Li Dêrsimê dikandaran dikan venekirin

    Derbarê dikandarên Dêrisîmê de lêpirsîn hate vekirin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Gelek dikandarên dêrsimî duh bo operasyonên dewletê şermezar bikin dikanên xwe girtin. Dozgeriya komarê derbarê hemû dikandarên ku duh beşdarî protestoyê bûn de lêpirsîn vekir.

    Dêrsim - Dikandarên Dêrsimê bi armanca ku bombebarana 16ê Cotmehê ya li Geliyê Pulumoriyê ya di encamê de 13 PKKyiyan jiyana xwe ji dest dabûn şermezar bikin dikanên xwe girtin. Duh li gelemperê Dêrsimê  hema hema jiyan rawestiya. Li ser vê yekê Dozgeriya komarê ya Dêrsimê derbarê hemû esnafên ku beşdarî protestoyê bûn de lêpirsîn da destpêkirin. Walitiyê jî girtina dikanan ya komî qedexe kir.

    DOZGERÎ BO ÎFADEYÊ BANG LI ESNAFAN KIR

    Dozgeriyê ji bo îfadeyê bang li gelek esnafan kir. Hin kes jî hatin binçavkirin. Hat zanîn ku 6 kesên neçûn îfade nedan bi zora polîsan hatin binçavkirin û birin midûriyeta polêsan.

    Bi heman mijarî:

    Li Dêrsim û Edeneyê operasyonên siyasî: 3 ji wan zarok gelek kes hatin desteserkirin!
    Di rêya Dêrsim û Elazîzê de teqîn:3 leşker hatin kuştin û 1 jî birîndar bû
    Balafirên tirk êrişî kampên PKKê ya Qendîl Dêrsim û Geverê kirin
    Li Amed, Dêrsim, Dîlok û Stenbolê 46 kes hatin girtin
    Li Dêrsim û Colemêrgê êriş! 8 kes hatin binçav kirin
    Etîketan:
    qedexe, çalakî, şermezarkirin, dikandar, dêrsim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de