14:42 22 Îlon 2017
Zindî
    Binali Binali Yildirim

    Yildirim: "Tevgera paqijiyê wê dewam bike"

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1902

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim li Afyonkarahisarê di civîna Nirxandin û Îstîşare ya 25emîn a AKPê de ragihand ku li Iraqê tevgera paqijiyê wê dewam bike.

    Afyonkarahisar — Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim li Afyonkarahisarê di civîna Nirxandin û Îstîşare ya 25emîn a AKPê de ragihand ku Tirkiye ji bo ku tehdîdên ser xwe beralî û pêşiya tevgerên xirab bigire wê li Iraqê bimîne, dê tevgera paqijiyê dewam bike.

    HIKÛMETA IRAQÊ ŞAŞIYAN DIKE

    Binali Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hikûmeta Bexdayê şaşiyan dike, çawa hûn dibêjin ‘ Tirkiye nikare li vir cih bigire.' Tirkiye ji bo tehdîdên ser xwe beralî bike wê li Iraqê bimîne. Mijara Iraqê ji me re ne mijareke xerîb e, ev mijara birayên me iraqî ne. Pêşeroja cîranên me ya Iraq û Sûriyeyê pêşeroja hemû Rojhilata Navîn e. Em nikarin ji zilm, zordarî û dagirkeriya ku li coxrafiya me dibin re bêdeng bimînin. Îro zêdetirî 3 milyon sûriyeyî mêvanên me ne, ev jî semimeyet û rastiya me derdîxîne holê."

    Yildirim di direjiya axaftina xwe de got: "Em naxwazin li Iraqê Kerbelayên nû pêk werin, em hemû aşiqê Ehlî Beytê ne û wê êşa Kerbelayê di dile xwe de hîs dikin. Tu kes nikare bêje çi kare we li wir heye. Mana me li wir dê bidome."

    Bi heman mijarî:

    Yildirim bersiva Sûriyeyê ku gotibû em ê balafirên Tirkiyeyê bixînin da
    Serokwezîr Yildirim pêşwaziya Ashton Carter kir
    Yildirim got: 'Ez kitekitên operasyonê nizanim'
    Ji Yildirim daxuyaniya Mûsilê: "Em bi rêya hewayê tevlî operasyonê bûn"
    Yildirim: Îstiqrara Tirkiyeyê girêdayî pergala serokatiyê ye
    Etîketan:
    Nirxandin û Îstîşare ya 25emîn a AKPê, Hebûna Artêşa Tirk li Baregeha Başîqayê, Hikûmeta Bexdayê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Iraq, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de