23:01 26 Îlon 2017
Zindî
    Endamên PKKê û Pêşmerge li Kerkûkê

    Tevgera Azadî: Destê Tirkiyeyê di êrişa Kerkûkê de heye

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11531

    Rêvebirên Tevgera Azadî diyar dikin ku destê Tikiye di êrişa Kerkûkê de heye. Hevserokê tevgerê Newzad Kerkûkî diyar dike ku PKK û Peşmerge wê bi hevre Kerkûkê biparêzin. Herwiha Tevgera Azadî jî wê bi wan re be.

    Kerkûk — Rêvebirên Tevgera Azadî derbarê êrişên bi ser bajarê Kerkûkê hin daxuyanî dan ANFê. Newzad Kerkûkî ê ku dibêje destê Tirkiyeyê di êrişên li ser Kerkûkê heye û diyar dike ku Tirkiye bi van êrişan armanc dike ku Mûsil û Kerkûkê bi ser axa xwe zêde bike. Lewma jî li gel DAIŞê êrişan pêk tîne. Lê PKK û Pêşmerge dê bi hevre Kerkûkê biparêzin.
    Rêvebirê Tevgera Azadî Haci Nureddîn jî destnîşan dike ku Tirkiye bi van êrişan ji ber xeyala xwe ya Mîsaki Mîlliyê pêk tîne. Lewma jî plan dike ku Mûsil û Kerkûkê li ser axa xwe zêde bike. Lê ev tenê xeyaleke dê her wisa bimîne û ti caran pêk neyê.

    'BO DERXISTINA LEŞKERÊN TIRK EM Ê ÇALAKIYÊN XWE ZÊDE BIKIN'

    Rêvebirek din yê tevgerê jî Aso Mihemed ê ku dibêje êrişên Şehba û Kerkûkê bi hevre têkildarin wiha dewam dike: 'Divê ev yek baş bê zanîn ku destê Tirkiye di êrişan de heye. Lê em wekî Tevgera Azadî li hember DAIŞê şer bikin. Em banga gelê kerkûkî jî dikin da ku xwedî li bajêr derkevin.'
    Mihemed amaje kir di rojên pêş de çalakiyên xwe zêde bikin da ku leşkerên tirk ji axa Kurdistanê derxînin. 

    Bi heman mijarî:

    Kosret Resûl: Li Kerkûkê metirsiya DAIŞê ji holê rabû
    Fermandarê Cepheya Kerkûkê yê PKKê: Em bo parastina gelê xwe li vir in
    "Balafiran 15 jin li Kerkûkê kuştin"
    Balafirên şer li Kerkûkê li çeperên Pêşmerge xistin
    Pêşmerge: Rewşa Kerkûkê di bin kontrolê de ye
    HPG û Pêşmerge li Kerkûkê operasyona hevbeş lidar xistin
    Dergehên hemû mizgeftên Kerkûkê hatin girtin
    Etîketan:
    pêşmerge, pkk, daiş, newzad kerkûkî, aso mihmemed, kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de