09:56 21 Îlon 2017
Zindî
    Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî

    Ebadî: "Tirkiye ne di heyra têkbirina DAIŞê de ye"

    © REUTERS/ Ahmed Saad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku derde Tirkiyeyê ne têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞê ye û ew ji bo berjewendiyên xwe li bakûrê Iraqê ye.

    Bexda — Li paytexta Iraqê li Bexdayê nehemîn konferansa "Hişyariya Îslamî" dest pê kir. Di konferansê de nûnerên gelek welatên îslamî bi taybet nûnerê Îranê jî beşdar in. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civînê de gotarek pêşkêş kir. Ebadî herî zêde li ser şerê rêxistina terorîst a DAIŞê bi taybet şerê operasyona Mûsilê axivî û herî zêde jî Tirkiye rexne kir.

    Ebadî derheqê hewlên Tirkiyê yên tevlîbûna şerê Mûsilê de diyar kir ku derdê Tirkiyê ne têkbirina rêxistina DAIŞê ye û got: "Tirkiye tenê ji bo berjewendiyên xwe şer dike û ji bo vê yekê jî derbasî bakûrê Iraqê bûye."

    Serokwezîrê Iraqê di berdewamita axaftina xwe de ragihand ku Tirkiye heta niha di şerê DAIŞê de alîkariya Iraqê nekiriye, ew dewletên ku ji bo suniyên Iraqê rondikan dirijînin, dema DAIŞê bajarên suniyan digirtin, hûn li ku bûn.

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: "Em baş bi pêş ve diçin"
    Pûtîn ji bo operasyona Mûsilê ji Ebadî re serkeftin xwest
    Ebadî ji bo Tirkiyeyê got: We mafên Kurdan ên siyasî û leşkerî danê?
    Ebadî bangî Tirkiyeyê kir: Tika dikim, serxwebûna me bin pê nekin
    DAIŞê bi topên hawanê êrîşê şûna Heyder Ebadî kir
    Etîketan:
    Hebûna Artêşa Tirk li Baregeha Başîqayê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Serokwezîrê Iraqê, konferansa "Hişyariya Îslamî", Heyder Ebadî, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de