19:49 22 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê li sînorê Sûriyeyê ye

    Îdîaya ku tanken Tirkiyeyê li dijî YPGê ji Hatayê ketin nava Sûriyeyê

    © AFP 2017/ Bülent Kılıç
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Piştî êrişa hewayî ya ser çeperên YPGê, ve carê jî hat îdîakirin ku Tirkiye ji sînorê Hatayê tank xistine nava Sûriyeyê.

    Navenda Nûçeyan - Piştî êrişa hewayî ya ser çeperên YPGê, ve carê jî hat îdîakirin ku Tirkiye ji sînorê Hatayê tank xistine nava Sûriyeyê. Li gorî îdîayan heke Yekîneyên Parastina Gel (YPG)pêşveçûna xwe ya El Babê bidomînin Tirkiye bi rêya beje jî wê mûdaxele bike.

    Li gorî nûçeya Ahmet Topalê rojnameya Sabahê, Tirkiye li hemberî YPG û PYDê ji xeyrî operasyonên hewayî ji beje jî bergirî girtine. Roja çarşemê dema ku balafirên Tirkiyeyê êrişa hewayî pêk anîn di heman demê de jî 9 tankên artêşê ji bo peşveçûna şervanên YPGê ji başûr ve rawestînin ketin nava axa Sûriyeyê û mewzî girtin. Li gorî îdîaya rojnameyê heke YPG careke din ber bi El Babê ve hemleyê bike vê carê jî dê ji başûr rastî êrişan were.

    PIŞTÎ PÊŞVEÇÛNA GUNDAN ARTÊŞ KETE TEVGERÊ

    PYD digel vê helwesta Tirkiyeyê ya zelal jî dîsa di 19ê Cotmehê li başûrê Mareyê û li herêma Tel Rifatê li pêşiya xeta Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hinek gundên derdora El Babê rizgar kiribûn

    Piştî ku şervanên kurd gundên Hasiya, Hasajek, Wahsiah, Wardiah Sahba, Qulsuruj, Tel Madig û Wasitiyê kontrol kirin, artêşa Tirkiyeyê pir aciz bû û piştî vê pêşceçûnê biryarek girîng girt. Balafirên Tirkiyeyê ketin teyaquzê û di heman demê de jî ji bo ku ji beje rê li pêşiya wan bigirin tank xistin mewziyê.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa tirk: YPG bi topên hawanê êrişî Tirkiyeyê kir
    Artêşa Tirkiyeyê êrişî YPGê kir: 160 kuştî
    Artêşa Tirkiyeyê, li Erşaq û Dabiqê mewziyên DAIŞê bombebaran kirin
    Artêşa Tirkiyeyê Qendîlê bombebaran dike
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê bi çekên giran êrişî Girê Spî dike!
    Etîketan:
    PYD, YPG, Artêşa Tirkiyeyê, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de