21:14 26 Îlon 2017
Zindî
    operasyona rizgarkirin a Mûsilê destpê kir

    Rayedarê Iraqî: Ne rast e ku me di mijara Mûsilê de bi Tirkiyeyê re lihev kiriye

    © AP Photo/ Adam Schreck
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Rayedarekî hikumeta Iraqê got daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter ku tê de digot "Tirkiye û Iraqê di mijara operasyona Mûsilê de di prensîbê de lihevdu kirin", ne rast e.

    Navenda Nûçeyan — Rayedarê Iraqî yê ku nexwest navê wî were diyarkirin, ji BBCyê re axivî û diyar kir ku ew naxwazin Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê bibin.

    Rayder anî ziman ku îdiaya peymanê ne rast e û "di azadkirina Mûsilê re tu rol nakeve ser Tirkiyeyê." Ew rayedar wiha axivî:

    "Em ji Tirkiyeyê dipên ku ew li hemberî terora DAIŞê di şer de li gel Iraqê be, serweriya Iraqê binpê neke, li hemberî cîrantiyê rêzê bigire û li Mûsilê an jî li cihekî gefê li yekîtiya gelê Iraqê nexwe."

    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter li Enqereyê piştî hevdîtinên xwe yên li gel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Fikri Işik ji bo rojnamegerên li gel xwe daxuyandibû ku ji bo mijara Tirkiye beşdarî operayona rizgarkirin a Mûsilê bibe, di prensîbê de lihevdu hatiye kirin.

    Carter anîbû ziman ku Tirkiye di rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê de divê xwedî rol be û gotibû lê di derbarê mijarê de biryara dawiyê divê rêveberiya Iraqê bide.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Berevaniya DYAyê Carter: Tirkiye û Iraq di mijara operasyona Mûsilê de lihev kirin
    Wezareta Derve ya Îranê bangî Balyozê Tirkiye yê Tehranê kir
    Rûsya û Tirkiye, di mijara Mûsilê de tim di pêwendiyê de ne
    Amerîka: Divê Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê bibe
    Etîketan:
    rayedarê Iraqî, lihevkirin, ne rast, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê, Fikri Işik, Binali Yildirim, Recep Tayîp Erdogan, Ashton Carter, Enqere, Mûsil, Amerîka, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de