09:43 24 Îlon 2017
Zindî
    Balyozê Tirkiye yê li Tehranê Riza Hakan Tekin

    Balyozê Tirk çapemeniya Îranê derewand

    AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Balyozê Tirkiyeyê yê li Tehranê Riza Hakan Tekin got nûçeyên çapemeniya Îranê yên li ser gazîkirina wî ya ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îranê ve rastiyê nîşan nade.

    Navenda Nûçeyan — Tekin li ser îdiayên ku tê de dihat gotin ku Wezareta Karên Derve ya Îranê gazî wî kiriye, ji AAyê re axivî û bibîrxist ku di 13 Cotmehê roja Pênçşemê de li paytexta Erebîstana Siûdî, Riyadê di Civîna Wezîrên Karên Derve ya Tirkiye û KÎKê de belavokeke hevpar hat qebûl kirin. Tekin anî ziman ku Wezareta Karên Derve ya Îranê şemiya borî di derbarê vê mijarê gazî wî kiriye û wî nêrînên xwe yên di derbarê mijarê bi wan re parve kiriye.

    Tekin diyar kir ku ew jî di derbarê mijarê de roja yekşemiyê çûye wezaretê, ew agahdar kirine û got:

    "Gazîkirina min a ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îranê ve, duh ji aliyê çapemeniya Îranê ve wek "ji ber daxuyaniyên hinek rayedarên dewleta Tirk yên di derbarê Mûsilê de ku Îran ji xwe re kirine hedef, Wezareta Karên Derve ya Îranê gazî Balyozê Tirkiyeyê yê li Tehranê kir' hat ragihandin. Ya rast hevdîtina min a li gel Wezareta Karên Derve bi vê mijarê re ne têkildar e."

    Televîzyona dewleta Îranê daxuyandibû ku Tekin ji ber "daxuyaniyên nerast ên hinek rayedarên Tirk ên di derbarê geşedanên li herêmê de" ji aliyê Wezareta Karên Derve hatiye gazîkirin.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Derve ya Îranê bangî Balyozê Tirkiye yê Tehranê kir
    Barzanî dîsa serdana xwe ya Îranê bi paş xist
    "Divê Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiye ji bo bidawîkirina şerê Sûriyeyê hevkariyê bikin"
    Sûriye: Tirkiye bila Îran û Rûsyayê guhdar bike
    'Dibe Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo Sûriyeyê bicivin'
    Etîketan:
    derewandin, çapemeniya Îranê, Wezareta Karên Derve ya Îranê, Ajansa Anadoluyê (AA), Balyozê Tirkiyeyê yê li Tehranê, Riza Hakan Tekin, Tirkiye, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de