16:32 23 Tebax 2017
Zindî
    zarok tv-çalakî

    Zarokên kurd li Kopenhagê girtina Zarok TVyê protesto kirin

    © Foto: ANF
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    Kurd û zarokên kurdan ên li Kopenhagê bo girtina televîzyonên dijber û Zarok Tvyê protesto bikin çalakiyek meşê lidar xistin. Çalakî meşê heta ber avahiya parlementoya Danîmarkayê dewam kir.

    Kopenhag - Kurdên li Kopenhagê bo girtinên kanalên kurd û dijber ên li Tirkiryeyê protesto bikin çalakiya meşê lidar xistin. Çalakî li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê, di saet 13:00an de li qada Nytorvê dest pê kir. Zarokên kurd jî bi afîşên ku logoya Zarok Tv li ser bûn û bi dirûşmeyan hêrsa xwe ya li hember girtina Zarok Tvyê eşkere kirin.

    Çalakvanan li gel pankartên ‘Bila zarok zarok bimînin' ‘Şêrînok ti caran ew qas nebûbû talûke' ‘Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike' dinivîsand meşa xwe domandin.

    Çalakvanan dosyeya înformasyonê ya derbarê girtina kanalên kurd û dijber ên li Tirkiyeyê yên bi destê hikumetê pêşkêşî parlmentoya Danîmarkayê kirin. Çalakî bê bûyer û bi dirûşmeyan bidawî bû.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Zarok TVyê kampanyaya îmzeyê hate destpêkirin
    Hunermendên kurd li hemberî girtina Zarok TVyê derketin
    Zarok Tv yê xelata ziman a Feqî Huseyn stand
    Xebatkarên televîzyon û radyoyên ku hatin girtin civîn li dar xistin
    Etîketan:
    danîmarka, kurdên ewrûpa, çalakiya meşê, zarok tv, zarokên kurd, kopenhag
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de