09:55 18 Tebax 2017
Zindî
    Hêzên HPGê li Şengalê

    Fermandarê Cepheya Kerkûkê yê PKKê: Em bo parastina gelê xwe li vir in

    © Foto: HawarNews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25810

    Fermandarê Cepheya Kerkûkê yê PKKê Cûdî Şoreş diyar kir ku wê her parastina gel bikin û wê di operasyonê de li ba Pêşmergeyan şer bikin.

    Kerkûk —  Şoreş amaje kir ku wan gundê Karatepe ya bi ser Kerkûkê li gel Pêşmerge rizgar kirine lê hêj çendek herêm di bin kontrola DAIŞê de ne. Şoreş dibêje şerê wan yê li hember DAIŞê didom e û got terorîstên DAIŞê bi êrişan armanc dikin ku operasyonê têk bibin lê wê ti caran bi ser nekevin.
    Şoreş di dewamiya axaftina xwe de got: ‘Dema ku me bihist DAIŞê êrişî Peşmergeyan kir em bi lez hatin ba Peşmergeyên, li gundê Karatepe û li deverên din û me bi wan re dest bi şer kir. Gundê Karatepe bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin. Herwiha êrişên li hember Dibizê jî hate pûçkirin. Êrişên li nava Kerkûkê jî berdewam dike.'

    Şoreş amaje kir ku Pêşmerge û PKK li herêma nêzî Kelha Kerkûkê û taxa Dumîsê li dijî terorîstan bi hevre şer dikin. Şoreş destnîşan kir ku ew ê bo parastina gelê Kerkûkê şer bikin û hemû perpirsiyarên xwe bînin cih.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer li Kerkûkê li çeperên Pêşmerge xistin
    HPG û Pêşmerge li Kerkûkê operasyona hevbeş lidar xistin
    DAIŞê bi xwekuj û wesayîtên bombebarkirî êrişî Kerkûkê kir: 12 kuştî û gelek birîndar
    Li Kerkûkê çekên biguman hatin bidestxistin
    "Balafiran 15 jin li Kerkûkê kuştin"
    Etîketan:
    kelha kerkûkê, pêşmerge, pkk, daiş, şer, cûdî şoreş, kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de