09:04 17 Tebax 2017
Zindî
    Cebhet el-Nusra

    Rûsya: Bêtirî 1200 milîtanî xwe amade dikin êrîşî Helebê bikin

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 55 0 0

    Rayedarê Serokatiya Serekaniya Artêşa Rûsyayê Sergey Rudosky ragihand ku bêtirî 1200 milîtanî amadekariyan dikin ta ku ji aliyê başûrê rojavayê Helebê de êrîşî wî bajarî bikin.

    Moksova -Rudskoyyê got: "Bêtirî 1200 milîtanên ku 30 xwekuj jî di nav wan de hene, amadekariyê dikin ku ji aliyê başûrê rojavayê Helebê de êrîşî bajarî bikin" û teqez kir ku gelek çekên giran û navgînên bizirx û bêtirî 20 navgînên erdan bi wan re hene.

    "TERORÎST NAVBIRA MIRVÔ JI BO ÇEKDARBÛNÊ BI KAR TÎNIN"

    Rayedarê rûs teqez kir ku milîtan hewl didin navbira mirovî ya ku Rûsya û Sûriyeyê ragihandiye ji bo çekdarbûnê bi kar bînin ta ku êrîşan pêk bînin û diyar kir ku milîtanan mışekên balafirşkîn di nav de, li ser anîna çekan berdewam in.

    "KORÎDORÊN MIROVÎ JI ALÎ TERORÎSTAN VE HAT BLOKEKIRIN"

    Herwiha Rudskoy teqez kir ku hemû korîdorên ji bo çekdar û sivîlan hatibûn vekirin ta ku ji Helebê derkevin, ji aliyê terorîstan ve hatine blokekirin û hertim ji alî wan ve tên bombebarankirin.

    "RAYEDARÊN EHRAR EL-ŞAMÊ 14 BIRÊVEBERÊN HERÊMÎ KUŞTIN"

    Pûtîn serokatiya Encûmena Ewlekariya Neteweyî ya Rûsyayê dike
    © Sputnik/ Michail Klimentjev
    Rayedarê rûs ragihand ku Ehrar El-Şamê duh 14 birêveberên herêmî îfaz kirin ji ber banga bikaranîna korîdorên mirovî ji bo derketina ji Helebê kiribû û wiha pê de çû: "Milîtan hîn jî bi moşek û hawanan êrîşî deverên sivîlan û korîdorên mirovî dikin. Di 24 saetên dawî de, 9 kes ji ber bombebarankirina milîtanan hatine kuştin û bêtirî 30 kesî birîndar bûne. Di encama êrîşan de sê serleşkerên rûs û sûrî bi sivikî birîndar bûn. "

    NAVBIRA 24 SAETAN HAT DIRÊJKIRIN

    Ji aliyê din ve, Rudosky got ku navbira mirovî ya 20ê Cotmehê li Helebê dest pê kir, sibe ku di saetên navbera 08:00-19:00 berdewam bike, bo 24 saetan hat dirêjkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Milîtanan li Helebê êrîş bir ser rayedarên Rûsî: 3 birîndar
    Nûçegihanên RTyê li Helebê di binê xeta şer de man
    Wezareta Derve ya Rûsyayê: Tenê Rûsya û NY bi rewşa li Helebê ve mijûl dibin
    Kremlîn: "Em dikarin bêhnvedana însanî ya Helebê dirêj bikin"
    Kremlîn: Pûtîn û Esad di derbarê Helebê de axivîn
    Li ser banga Rûsyayê Sirbîstan alîkariya mirovî dişîne Helebê
    Etîketan:
    Ehrar el Şam, El-Nusra, Sergey Rudskoy, Sûriye, Rûsya, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de