20:38 16 Tebax 2017
Zindî
    Stenbol

    Li Stenbolê DAIŞiyên ku amadehiya êrişên xwekujî dikirin hatin girtin

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Li hember xwekujên DAIŞê li navçeyên Esenyurt, Kuçukçekmece û Kagithaneya Stenbolê operasyona hevdemî hate lidarxistin. Di encamê de 3 sûriyiyê ku amadehiya êrişa xwekujî dikirin hatin girtin.

    Stenbol -  Li gorî zanyariyên ku ji ser Haberturkê hatine bidestxistin, di operasyona DAIŞê ya li 3 naveçeyên Stenbolê hate lidarxistin 3 DAIŞiyên ku amadehiya êrişên xwekujî dikirin hatin girtin.
    Şaxa Tekoşîna li Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê li ser îxbara ku wê li Stenbolê rezeêrişên xwekujî pêk bê li hember DAIŞê operasyonek lidarxist.
    Di encama xebatên lêpirsînê de derket holê ku kesên bi navên Muhammed Hayir R., Ukeyl Xelîl E. û Ahmed H. bo êrişên bombeyi pêk bîni hatine Stenbol. Li ser vê agahiyê polêsan li navçeyên Esenyurt, Kuçukçekmece û Kagithaneyê operasyoneke hevdemî lidar xist.
    Di encama operasyonê de terorîstên bi navên Hayir R., Ukeyl Xelîl E. û Ahmed H. hatin girtin. Operasyon hêj berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    ‘Dibe ku DAIŞ li Mûsilê çekên kimyewî bikar bîne'
    NY: DAIŞ li Mûsilê 550 malbatî wek mertalê zindî bikar tîne
    Sîrwan Barzanî: DAIŞ bi tirsonekî sengerên xwe diparêze
    DAIŞ îdia dike ku li Hesekê balafireke DYAyê xistine
    DAIŞ sivîlan wek mertala zindî bi kar tîne
    Etîketan:
    daiş, êrişa xwekujî, stanbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de