11:00 20 Tebax 2017
Zindî
    Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim

    Yildirim bersiva Sûriyeyê ku gotibû em ê balafirên Tirkiyeyê bixînin da

    AA/Guven Yilmaz
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Du roj berê artêşa Sûriyeyê ragihandibû ku balafirên şer ên Tirkiyeyê têkevin nava axa me em ê wan bixînin. Serokwezîr Binali Yildirim bersiva Sûriyeyê da.

    Navenda Nûçeyan — Du roj berê artêşa Sûriyeyê ragihandibû ku balafirên şer ên Tirkiyeyê têkevin nava axa me em ê wan bixînin. Serokwezîr Binali Yildirim bersiva Sûriyeyê da û got: "Hêza Çekdar a Tirkiyeyê êrişan dibe ser YPGê û kî çi dibêje girîngiya peyva wan tuneye. Amerîka ji bo Minbicê gerentî daye me, divê li wir YPG û PYD nemine."

    ÇAVÊ ME DI AXA TU KESÎ DE TUNEYE

    Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Temamê hewldana Tirkiyeyê li Sûriyeyê ji bo têkbirina rêxistinên terorî û parastina sînorê me ye. Ji aliyekî ve rêxistina terorîst a DAIŞê, YPG û PYD em van hemûyan di qatedoriyekê de dibînin. Di tekoşîna me ya dijî terorê de tu girîngî ji peyvê re tuneye bê kî çi dibêje. Heta îro me ji bo ewlehiya welat û sînorê xwe çi hewce be kiriye û em ê ji îro pê ve jî bikin. Çavê me di ax û welatê tu kesî de tuneye. Ji bo me tiştê herî girîng ewlehiya welatê me ye."

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîr Yildirim pêşwaziya Ashton Carter kir
    Yildirim got: 'Ez kitekitên operasyonê nizanim'
    Ji Yildirim daxuyaniya Mûsilê: "Em bi rêya hewayê tevlî operasyonê bûn"
    Yildirim: Îstiqrara Tirkiyeyê girêdayî pergala serokatiyê ye
    Yildirim: "Em ê pêşniyara xwe ya pergala serokatiyê pêşkêşî parlamentoyê bikin"
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, YPG, PYD, Binali Yildirim, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de