11:04 20 Tebax 2017
Zindî
    ceyş el siwar -Artêşa Şoreşger

    Artêşa Şoreşger: Em ê bersivên êrişên artêşa tirk bidin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3510

    Cîgirê Fermandarê Gelemper yê Ceyş El-Siwarê, Ehmed El-Sultan (Ebû Erac) daxuyand ku wê di serî de bersiva êrişên artêşa tirk û hemû êrişên komên din bidin. Herwiha wê parastina herêmên rizgarkirî jî bidomînin.

    Navenda nûçeyan - Cîgirê Fermandarê giştî yê Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşger) Ehmed Mehmûd El-Sultan (Ebû Erac) derheqê êrişên artêşa tirk ên li ser gundên rizgarkirî ên Şehbayê de axivî û got artêşa tirk hem ji hewayê û hem ji bejahiyê êrişî ser gundan dike.
    Ebû Erac di daxuyaniya xwe ya ANHAyê de diyar kir ku wê bi hemû hêza xwe bersiva êrişên artêşa tirk û hemû êrişkarên din bidin. Ebû Erac diyar kir ku artêşa tirk şeva din hewl daye ku êrişî sengerên Artêşa Şoreşger ên li derdora gundê Hesiye, Herbil û Um Hoş bike lê wan bersiva artêşa tirk dane û êrişên wan pûç kirine.

    Ebû Erac diyar kir ku artêşa tirk îro jî gundên rizgarkirî yên Hesiye, Herbil, Um Hoş topbaran kiriye lê hêzên Artêşa Azad bersiva êrişên wan dane.

    Ebû Erac di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku wê têkoşîna wan ya li hemberî terore bidom e û her wê herêmên xwe yên rizgarkirî jî biparêzin.

    Bi heman mijarî:

    Komeke leşkerên Artêşa Azad tevlî HSDê bûn
    Artêşa azad û DAIŞ li ser sînor şer dikin
    Di nava Artêşa Azad a Sûriyeyê de dubendî
    Artêşa Azad: Em piştgiriya Meclisa Leşkerî ya Cerablûsê dikin
    Artêşa Azad a Sûriyeyê îşkence li endamên HSDê kirin
    Milîtanê Artêşa Azad: Tirkiye piştevaniya me dike, em ê heta Minbicê herin
    Etîketan:
    artêşa şoreşger, şerê, artêşa tirk, Ehmed Mehmûd El-Sultan, Ehmed Siltan Ebû Erac, şehba
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de