00:59 19 Tebax 2017
Zindî
    Mûsil - operasyon

    Pêşmergeyê jiyana xwe ji dest da, xizmê parlamenterê HDPê derket

    © AFP 2017/ SAFİN HAMED
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 186210

    Pêşmerge Hemît Pîrmîs ku di operasyona rizgarkirina Mûsilê de jiyana xwe ji dest da, xizmê parlamentere HDPê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan derket.

    Navenda Nûçeyan — Parlamenterê HDPê Abdullah Zeydan li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kir ku Pêşmerge Hemîd Pîrmîs xizmê wî ye û di operasyona Mûsilê de jiyana xwe ji dest daye.

    Zeydan wiha nivîsand: "Gundiyê min, xizmê min Pêşmerge Hemît Pîrmîs, di operasyona dema rizgarkirina Mûsilê ji hovên DAIŞê de şehîd ket. Xwedê rehma xwe lê bike."

    Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17ê Cotmehê de destpêkiribû. Di operasyonê de li gel Artêşa Iraqê, Hêzên Pêşmerge jî li hemberî DAIŞê şer dikin. Di dema vî şerî de li gel komeke Pêşmergeyên din Hemît Pîrmîs jî jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    NY: DAIŞ li Mûsilê 550 malbatî wek mertalê zindî bikar tîne
    ‘Dibe ku DAIŞ li Mûsilê çekên kimyewî bikar bîne'
    Reva ji Mûsilê zêde dibe
    Rûsya û Tirkiye, di mijara Mûsilê de tim di pêwendiyê de ne
    Amerîka: Divê Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê bibe
    NY texmîn dike ku wê 50 hezar koçberên Mûsilê biçin Rojava
    DAIŞ bi sedan jinên êzidî ji Mûsilê direvîne Reqqayê
    Fermandarê Pêşmerge: Em gelekî nêzîkî Mûsilê bûn
    Etîketan:
    Artêşa Iraqê, Pêşmerge, HDP, DAIŞ, Hemîd Pîsmîr, Abdullah Zeydan, Colemêrg, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de