13:05 21 Tebax 2017
Zindî
    daiş

    NY: DAIŞ li Mûsilê 550 malbatî wek mertalê zindî bikar tîne

    © AP Photo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyandin ku terorîstên DAIŞê 550 malbatên ji gundên Mûsilê wekî mertalê zindî bikar tînin û wan dibin herêmên di bin kontrola xwe.

    Navenda nûçeyan —Li gorî daxuyaniya NYyê wê bi qasî 200 hezar kes ji navenda Mûsilê koçber bibin. Berdevka NYyê Ravina Shamdasani, amaje kir ku ew ji çavkaniyek xurt yê li herêmê hînbûne ku DAIŞ li gundekî 40 sivîlî kuştine û ew niha derbarê vê yeke xebatên lêpirsînê dikin da ku rastiyê fêr bibin.

    DAIŞ LI MÛSILÊ 200 SIVÎLÎ DÎL GIRT

    Bi destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê, reva sivîlên li herêmên di bin kontrola DAIŞê jî dest pê kir. DAIŞ bi hinceta ku li hember wan êriş pêk anîne 200 sivîlî dîl girt.
    Berpirsê PDKê yê Mûsilê Seîd Memozînî derbarê êrişa sivîlan ya li bajaroka Heman Elîl ya li başûrê Mûsilê ya li dijî DAIŞê ku di encamê de 15 terorîst hatibûn kuştin de axivî û got: ‘Milîtanên DAIŞê yên ku piştî êrişê hatin cihê bûyerê  bi gumana ku beşdarî êrişê bûne 200 sivîlî dîl girtin.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Tirkiye, di mijara Mûsilê de tim di pêwendiyê de ne
    Amerîka: Divê Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê bibe
    DAIŞê li Mûsilê bi wesayeta bombebarkirî êrişî Pêşmergeyan kir
    Şêwirmendê Xemaney: "Ji xeyrî Iraqê pê ve tu welat nikare tevlî operasyona Mûsilê bibe"
    DAIŞ bi sedan jinên êzidî ji Mûsilê direvîne Reqqayê
    Etîketan:
    rizgarikirina mûsilê, mertalê zindî, daiş, êriş, Seîd Memozînî, mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de