20:32 16 Tebax 2017
Zindî
    Balafirên Tirkiyeyê

    "Tirkiye birijd e ku nehêle herêmeke kurdan li Sûriyeyê çêbibe"

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Peyamnêrê Rojhilata Navîn ê rojnameya Timesê diyar kir ku Tirkiye birijd e, nehêle herêmeke kurdan li ser sînorê wê çêbbibe û got ku êrîşên balafirên şerî yên Tirkiyeyê li ser sengerên hêzên çekdar ên kurd(YPG)yên li bakurê Sûriyeyê derbeyek e li dijî stratejiya Amerîka û NATOyê.

    Navenda Nûçeyan — Nûçeya bi sernavê "Tirkiye li kurdên Amerîka piştgiriya wan dike dixîne" behsa êrîşên balafirên Tirkiyeyê li ser sengerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên ku YPGê pêşengiya wan dike tê kirin ku di heman dema operasyona Mûsilê de pêk tên.

    Peyamnêrê Timesê yê Rojhilata Navîn Richard Spencer nûçeya xwe wiha dest pê dike: "Li gel ku him Artêşa Sûriyeyê ya Azad a ku endama NATOyê Tirkiye piştgirya wê dike û him Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ku piraniya endamên wê kurd in şerê DAIŞê dikin jî, herdû jî li bakurê rojhilatê Helebê şer dikin."

    "ÊRÎŞ DELÎLÊN PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ JI DAIŞÊ RE NE"

    Sepnser diyar dike ku vê hefteyê Tirkiye jî ji bo piştgiriya ASAyê bi avêtina bombe û hawanan tev li pevçûna bû û li gorî daxuyaniya Artêşa Tirkiyeyê, 160-200 şervanên kurd di wan bombebarankirinan de jiyana xwe ji dest daye.

    Herwiha nûçe teqez dike ku rayedarên kurd dibêjin ku wendahiyên wan gelekî kêm in lê van êrîşên Tirkiyeyê wek delîlê piştgiriya DAIŞê ji Tirkiyeyê re destnîşan dikin.

    Peyamnêrê Timesê di nûçeya xwe de dibêje, wiha diyar dibe, Tirkiye birijd e ku nehêle herêmeke bênavber a kurdan li ser sînorê wê çêbibe û ji ber vê jî dixwaze ku ASA herdû navçeyên giring ên bi navê El-Bab û Minbic kontrol bike û ev mijar ji bo Tirkiyeyê êdî ji mijara Helebê jî giringtir e.

    Bajarê Minbicê berî çend mehan ji DAIŞê hatibû rizgarkirin.

    "HERDÛ HÊZAN HIM LI DIJÎ DAIŞÊ, HIM LI DIJÎ ESAD ŞER KIRIYE"

    Sepncer ev êrîşên Tirkiyeyê ji aliyê Amerîkayê ve wiha nirxandin: "Ev rewş ji aliyê Amerîkaya ku çek dane herdû aliyan jî, cihê şermê ye. Yekîneyên herdû alî jî di vê qonaxê de, ne tenê li dijî DAIŞê lê dijî hêzên Esadî jî şer kiriye. Niha jî Esad ji vê rewşê sûdê werdigire û bi piştgiriya rûsan serperiştiya xwe li ser derodra Helebê xurt dike."

    Bi heman mijarî:

    YPG: 'Tenê 2 şervanên me birîndar bûne'
    Artêşa tirk: YPG bi topên hawanê êrişî Tirkiyeyê kir
    YPG: Êrîşên artêşa tirk, ên DAIŞê û Koalisyona Sûriyê berdewam dikin
    YPG: Artêşa tirk êrîşî hêzê me kir, me bersiv da, leşkerekî tirk birîndar bû
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê bi çekên giran êrişî Girê Spî dike!
    YPG:"Balafirên Tirkiyeyê 28 sivîl li Helebê kuştin"
    YPG: Di meha îlonê de artêşa tirk 26 caran êrîşî Rojavayê kir
    Etîketan:
    şer, NATO, ASA, HSD, YPG, DAIŞ, Beşar Esad, Amerîka, Sûriye, Tirkiye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de