21:29 19 Tebax 2017
Zindî
    Hawanên DAIŞê yên bi çekên kîmyewî

    Wêneyên çekên kîmyewî yên DAIŞê hatin girtin

    © Foto: Al Jazeera Türk
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Li bajarokê Dibis e girêdayî bajarê Kerkûkê wêneyê hawanên bi kîmyewî yên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin girtin. Li gorî pisporên leşkerî dibe DAIŞê di operasyona Mûsilê de çekên kîmyewî bikar bîne.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Can Hasasu û Zahidin Koşuşê Al Jazeerayê, saziyên îstîxbaratî yên girêdayî Wezareta Parastin a Amerîkayê ji bo qapasiteya çekên kîmyewî yên DAIŞê hîn bibin xebatek da destpêkirin û di xebatê de derket holê ku DAIŞê hinek serikên kîmyewî bi topên hawanan vekiriye û nimûneya van serikên kîmyewî ji bo lêkolînê şandine laboratuvarê, li gorî encama laboratuvarê jî di serikan de xerdela xam hatiye dîtin.

    PIŞTÎ KU TOPÊN HAWANÊ AVÊTIN, DILÊ ME LI HEV KET Û EM SERGÊJÎ BÛN

    Nûçegihanên Al Jazeerayê Hasasu û Koşuş, çûne bajarokê Dibisa bajarê Kerkûkê û li sînorê navbera Pêşmerge û rêxistina terorîst a DAIŞê de bi fermandarekî Pêşmerge Hemin Hiseyin re axivîn. Hiseyin jî topên hawanê ku di operasyona gundên herêmê de bi dest xistibû şanî wan da.

    Li gorî nûçeya Al Jazeerayê fermandarê Pêşmerge di axaftina xwe de dibeje: "Carekê dema em di operasyonê de bûn du topên hawanê li pişt cihên ku em lê bûn ketin. Ez û çend hevalan em çûne cihê ku top lê ketin, piştî ku em gihîştin wir bi me teva re sergêjî çêbû û dilê me li hev ket."

    Bi heman mijarî:

    ‘Dibe ku DAIŞ li Mûsilê çekên kimyewî bikar bîne'
    Reva ji Mûsilê zêde dibe
    Rûsya û Tirkiye, di mijara Mûsilê de tim di pêwendiyê de ne
    Amerîka: Divê Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê bibe
    NY texmîn dike ku wê 50 hezar koçberên Mûsilê biçin Rojava
    Etîketan:
    Wezareta Parastin a Amerîkayê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Fermandarê Hêzên Pêşmerge, Hemin Hiseyin, Zahidin Koşuşê, Can Hasasu, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de