20:15 17 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    ‘Dibe ku DAIŞ li Mûsilê çekên kimyewî bikar bîne'

    © Foto: Via File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Tê gotin ku ji bajaroka Dîbîs ya bi ser Kerkûkê û li 110 kîlometre dûrî navenda Mûsilê ye guleyên çekên kimyewî yên ayidî DAIŞê hatine dîtin. Çavkaniyên leşkerî amaje dikin û dibêjin dibe ku DAIŞ li Mûsilê êrişên çekên kimyewî pêk bîne.

    Sivîlên ku ji ber DAIŞê direvin
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Navenda nûçeyan — Li gorî nûçeya Al Jazeera Turkê,  di encama xebatên hînbûna kapasîteya çekên kimyewî yên DAIŞê yên ku ji aliyê beşên îstîxbarata Pentagonê tên lidarxistin, derket holê ku DAIŞ çekên kimyewî li serê topên hawanê û moşekan bicih kiriye. Di encama lêkolîna wan madeyên kimyewî derkete holê ku madeyek gelekî kujer û talûkeya wê zede ye.

    DI SERÊ GULEYAN DE TOZA XERDELÊ YA XAM HATE DÎTIN

    Xerdela toz ya xam ya ku DAIŞ di dema çêkirina çekên bi têsîr bikar tîne, jehra wê zêde ye lê kujeriya wê kêm e. Lê dema ku zêde bê bikaranîn têîsreke xurt derdikeve holê û dibe sedema talûkeyeke mezin.

    DIBE KU PISPORÊN ÇEKÊN KIMYEWÎ YÊN DEMA SEDDAM JÎ BEŞDARÎ DAIŞÊ BÛBIN

    Di naveroka nûçeyê de tê texmînkirin ku hin pisporên çekên kimyewî yên dema Sedam Hisên jî beşdarî refên DAIŞê bûne.

    ‘2 GULEYÊN KU LI SERÊ WAN KÎMYASAL HEBÛN AVÊTIN, MADÊ ME XELIYA Û BEHNA ME ÇIKIYA'

    Fermandarê Pêşmerge Hemîn Husên di axaftina xwe ya di nava nûçeyê de amaje dike wan di dema operasyona li gundên derdora Mûsilê de 2 guleyên DAIŞê ên ku li serê wan kimyasal hebûn dîtine lê hêj cureyê wê eşkere nekirine.
    Fermandar Husên destnîşan dike ku: ‘Daişê 2 guleyên ku li serê wan kîmyasal hatiye girêdan avêtin me ku encamê de madê me xeliya û behna me çikiya.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Tirkiye, di mijara Mûsilê de tim di pêwendiyê de ne
    Amerîka: Divê Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê bibe
    NY texmîn dike ku wê 50 hezar koçberên Mûsilê biçin Rojava
    DAIŞ bi sedan jinên êzidî ji Mûsilê direvîne Reqqayê
    Fermandarê Pêşmerge: Em gelekî nêzîkî Mûsilê bûn
    Etîketan:
    pentagon, çekên kimyewî, pêşmerge, daiş, êriş, hemîn husên, mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de