02:10 24 Tebax 2017
Zindî
    Sivîlên ku ji ber DAIŞê direvin

    Reva ji Mûsilê zêde dibe

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Operasyona rizgarkirina Mûsilê ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê dabû destpêkirin bi hemû leza xwe didome. Li gorî zanyariyên berdest, piştî operasyonê reva ji Mûsilê zêde bûye.

    Hikmet Durgun

    Mûsil — Operasyona rizgarkirina Mûsilê ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê dabû destpêkirin bi hemû leza xwe didome. Li gorî zanyariyên berdest, piştî operasyonê reva ji Mûsilê zêde bûye û îro jî zêdetirî 300 sivîlî xwe spartin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

    Hêzên Pêşmergeyan di çarçoveya operasyona Mûsilê de li herêma Naverayê bi pêş ve diçin û îro ji bakurê Mûsilê zêdetirî 300 sivîlî ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê reviya û xwe sparte pêşmergeyan. Peşmerge jî sivîlên ku ji destê DAIŞê reviyane ji herêma şer dûr dixe û bi wesayîtan wan digihîne kampên Dihokê ku ji bo penaberan hatine vekirin.

    Di nava sivîlan de herî zêde zarok û jinên ku bi dikişandin û ji halê wan xuyadikir ku pir westiyayî bûn. Pêşmergeyan av û xwarina xwe bi wan re par ve kir û ew gihandin herêmên bi ewle.

    Sivîlên ku ji zilm û zordariya DAIŞê xelas bûn kêfxweşî û dilovaniya xwe nişandan û li gorî daxuyaniyên wan bi hezaran însan dixwazin birevin lê milîtanên terorîst dibin asteng.

    Li gorî daxuyaniya berpirsên Pêşmerge hetanî demeke nêz wê pêla koçberiyê dest pê bike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê pêşmergeyan: Mûsil wê gav bi gav were rizgarkirin
    Ahmet Turk: ‘Mûsil di herêma kurdan de ye'
    Kurtulmuş: Gelo gava Mûsil hat dagirkirin, Iraq li kû bû?
    Çavuşoglu: Operasyonên Mûsil û Reqqayê pir girîng in
    Ezîz Weysî: Mûsil berî ereban bajarê kurdan e
    Etîketan:
    Sivîlên ku ji ber DAIŞê direvin, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de