11:12 23 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan û Vladimîr Pûtîn

    "Gotina 'Pûtîn bi Erdogan re zû lihev hat' provakasyon e"

    © Foto: AA/ Kayhan Özer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 41 0 0

    Alîkarê Gerînendeyê Gelemper yê rojnameya Argumentî Nedelî ya rûs Viktor Krestyanînov, amaje kir ku arambûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê ji feydeya herdu welatan re ye.

    Navenda nûçeyan - Krestyanînov yê ku dibêje arambûna têkiliyên herdu welatên navborî ji feydeya wan re ye û got kesên ku piştî xistina balafira rûsî xwestin di navbera rûs û tirkan de dijminatiyê belav bikin bi ser neketin.
    Krestyanînov amaje kir ku aştî bo berjewendiyê herdu welatan e û got gotina ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan di mijara lihevhatinê de acele kirin, provakasyon e.

    ‘PIŞTÎ ŞEVA 15Ê TÎRMEHÊ GELEK TIŞT DERKETIN HOLÊ'

    Krestyanînov di dewamiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: ‘Ka em 24ê Mijdarê roja balafira me ket bibîr bînin. Rastî piştî şeva heldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê gelek tişt derketin holê. Armancek ew kesên ku derbeyê sazkirin jî, têkbirina têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bû. Hikumeta Tirkiyeyê nikarîbû bigota ku artêş ji kontrola me derketiyte lewma jî bi lez hemû sûcî girte serxwe. Piştî şeva 15ê Tîrmehê gelek tişt hatin fêmkirin.'

    ‘NE DIJMINATIYÊ DIVÊ EM DOSTANIYÊ BIAXIVIN'

    Krestyanînov behsa serdana xwe ya Tirkiyeyê kir û got hin pisporên siyasî dibêjin ku Pûtîn di mijara lihevkirina bi Erdogan re gelekî acele kiriye. Ez li gorî çavdêriyên xwe yên Tirkiyeyê dibêjim ku ev gotinên bi vî şiklî provakasyon in.
    Krestyanînov destnîşan kir ku divê ne derbarê dijminatiyê, derbarê dostaniyê bê axaftin.

    Bi heman mijarî:

    Kalin: "Xeta yekser di navbera sererkanên tirk û rûs de hat avakirin"
    Yekîtiya Karsazên Rûs û Tirk : Em hewldana derbeya leşkerî şermezar dikin
    Keştiyên rûs û tirk vê carê jî li Derya Reş rastî hev hatin
    Zaxarova:'Nûçeyên ku tirk û rûs hevdîtinê dikin pir ecêb in'
    ‘Şandeya tirk û rûs wê têkiliyên her du dewletan û pirsgirêkên herêmî nîqaş bikin'
    Etîketan:
    şer siyasî, têkilî, Argumentî Nedelî, Viktor Krestyanînov, vladîmîr pûtîn, recep tayîp erdogan, tirkiye, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de