07:24 21 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa tirk gundê Efrînê topbaran dike

    Cebhet El-Ekrad: ‘Me êrîşên Tirkiyê şikand'

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 41 0 0

    Li ser bombebaran û topbarana hêzên Artêşa tirk û êrîşên hêzên bi ser Artêşa Azad ên li ser Kantona Efrînê û herêma Şehbayê, Cebhet El-Ekradê diyar kir ku wan êrîş şikandine.

    Navenda Nûçeyan — Fermandariya Giştî ya Cebhet El-Ekradê daxuyaniyek derbarê bombebaran û topbarana hêzên Artêşa tirk û êrîşên hêzên bi ser Artêşa Azad ên li ser Kantona Efrînê û herêma Şehbayê daxuyaniyek belav kir.

    Di daxuyaniya Cebhet El-Ekradê de hatiye gotin ku wan hewldanên terorîstên DAIŞê û êrîşên Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) ên bi piştevaniya Tirkiyê re şikandine. Cebhet El-Ekrad diyar dike ku piştî vê şikandinê Artêşa tirk, tangên xwe li ser sînorê Sûriyê li Bakurê Helebê zêde kiriye û xwestiye desteka bejahî ji bo alîkariya Feyleq El-Şam, Ehrar El-Şam û Cebhe El Şamê bişîne.

    Daxuyaniya Cebhet El-Ekradê wiha berdewam dike: "Em ji Tirkiyê û çeteyên DAIŞê re teqez dikin ku em li benda wan in da ku car din wan binkeftî paş ve vegerînin. Em bi vîna gelê xwe li bejahiya Helebê, soza xwe ya bi gelê Sûriyê ku dagirkirina Tirkiyê ji axa Sûriyê wê tenê ji bo wan xewneke be, nû dikin."

    Daxuyanî bi gotinên ku "Terorîstên ku axa Sûriyê bi gelemperî û Şehba bi taybet dagir kirine dê weke cenaze, peya û binkeftî vegerin. Qehremanên hêzên me yê Cebhet El-Ekrad dê her kesê ku êrîşî Sûriyê dike, bişîne dojehê" bidawî dibe.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa tirk gundê Efrînê topbaran dike
    Rayedarên Kantona Efrînê: Di bombebarana artêşa tirk de ti kes nemiriye
    Artêşa tirk: YPG bi topên hawanê êrişî Tirkiyeyê kir
    Topbarana artêşa tirk li Kantona Efrînê berdewam dike
    Artêşa tirk çeperên Hêzên Şoreşger topbaran dike
    Etîketan:
    Artêşa tirk, Cebhe El Şam, Ehrar El-Şam, Feyleq El-Şam, Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA), DAIŞ, Cebhet El-Ekrad, Şehba, Sûriyê, Bakurê Helebê, Rojava, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de