02:28 17 Tebax 2017
Zindî
    girtin-binçavkirin-desteserkirin

    18 kes li Sêrtê hatin girtin û li Stenbolê jî gelek kes hatin binçavkirin

    © Foto: Kirill Kallinikov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Ji 22 kesên ku meha borî li Sêrtê hatibûn binçavkirin 18 ji wan hatin girtin. Herwiha polêsan li bi ser Komeleya Federsayina Ciwaniyê û Navenda Çanda Hezexê de girtin û 6 kesan binçav kirin.

    Navenda nûçeyan - Polêsan di 29ê Îlonê li Sêrtê bi ser gelek malan de girtin û di encamê de 22 ciwanî binçavkirin.
    22 kesên ku kiryarên wan ên fermî yên li dozgeriyê bidawî bûn bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Dadgeh bi hinceta ‘endamên rêxistinê' derbarê 18 kesan biryara girtinê da û wan şand Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê. 4 kesên mayî  jî bi şertê kontrola dadî serbest hatin berdan.

    STENBOL

    Polêsan îro bi ser Komeleya Federasyona Ciwaniyê û Navenda Çanda Hezexê de girtin. Di dema biserdegirtinê de firokeyan jî taxê dorpêç kirin. Di encama biserdegirtinê de 6 kes hatin destesekirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Mêrsînê 7 karkerên demsalî hatin desteserkirin
    Li Stenbol operasyona DAIŞê: 4 kes hatin desteserkirin
    Li Colemêrgê polîsan girt ser DBPê û HDPê: 100 kes hatin desteserkirin
    27 polêsên ku bernameya ByLockê bikar tanîn hatin desteserkirin
    7 kes li Şirnexê hatin desteserkirin
    Etîketan:
    gelê kurd, navenda çanda hezexê, biserdegirtin, sêrt, stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de