22:36 23 Tebax 2017
Zindî
    Êrişa konvoya alîkariya însanî

    Borodavkîn: "Hêzên koalîsyonê avadaniya binerdî bi sîstematîk diherifîne"

    © AP Photo/ Aleppo 24
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Nûnerê Rûsya yê li Cenevreyê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî Aleksey Borodavkîn ragihand hêzên koalîsyonê bi awayê sîstematîk avadaniya binerdi ya Sûriyeyê diherifîne.

    Navenda Nûçeyan — Nûnerê Rûsya yê li Cenevreyê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî Aleksey Borodavkîn ragihand hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya Amerikayê bi awayê sîstematîk avadaniya binerdi ya Sûriyeyê diherifînin.

    Aleksey Borodavkîn êrişên koalîsyona navneteweyî yên Sûriyeyê rexne kirin û got: "Ji bo rewşa Helebê hişmendiya bê bawerî û nerastiyê belav dikin. Hêzên koalîsyona navneteweyî bi sîstematîk û zanebûn avadaniya birnerdî ya Sûriyeyê diherifîne û li hemberî sivîl û artêşa Sûriyeyê êrişên hewayî pêk tîne. Koalîsyon niha jî hewld dide ku milîtanên rêxistina terorîst ên DAIŞê bi ser Sûriyeyê ve dahfbide."

    HEM PIŞTGIRIYÊ DIDIN Û HEM JÎ HÊVIYÊN XWE BI TERORÎSTAN VE GIRÊDIDIN

    Dîplomatê rûsî di berdewamiya axaftina xwe ya Konseya Mafên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî de got: "Hinek dewletên xuyayî piştgiriya rêxistinên terorîst a siyasî, çek û cebilxane dikin û bi vê alîkariyê hêviyên xwe bi wan ve girêdidin."

    Bi heman mijarî:

    “Heleb ji Sûriyeyê re, termê projeya kurdan ji Tirkiyeyê re”
    Ihlam Ehmed: ‘Armanca Tirkiyê Heleb e'
    Esad: Heleb Stalingrada me ye
    DAIŞ û El Nûsrayê li Heleb û Efrînê 37 sivîl kuştin
    Artêşa Sûriyeyê rêya navbera Heleb û Hemayê bi dest xist
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, Nûnerê Rûsya yê li Cenevreyê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî, Aleksey Borodavkîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de