22:05 17 Tebax 2017
Zindî
    Beşek Parlamentpoya Tirkiyeyê ku hatibû bombebarankirin

    Carter li parlamentoya Tirkiyeyê got: "Em dostê we ne"

    © Foto: AA/ Coşkun Ergül
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1701

    Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Ashton Carter piştî hevdîtina Serokwezîr Yildirim serdana parlamentoyê kir û ragihand ku herkesî li vir qahremaniya we dît, em dostê we ne.

    Enqere — Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Ashton Carter piştî hevdîtina Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim serdana parlamentoyê ku di hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de rastî êrişê hatibû kir û ragihand ku herkesî li vir qahremaniya we dît, em dostê we ne.

    ​Ashton Carter piştî gera parlamentoyê di civîna çapemenî de got: "Wekî fîlm e, pir zêde mirov xemgîn dike û dîmênê wê pir bi bandor in. Ez ji bo kesên kuştî sersaxî dixwazim. Hemû cihan dizane ku ev însan ji bo demokrasiye şer kirin. Bi qahremanî û bi awayekî hêwilnak hatin kuştin. Em dostê Tirkiyeyê ne û demeke dirêj e em hevalbendê hev in. Ji bo vê vexwendinê spasiya Wezîrê Parastinê Fikri Işik dikim."

     

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîr Yildirim pêşwaziya Ashton Carter kir
    Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Carter çû Enqereyê
    Carter: Hevkariya DYA û Tirkiyê li hemberî DAIŞê gelekî xurt e
    Işik û Carter li Londrayê operasyona Reqqayê axivîn
    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Carter çû Efxanîstanê
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Wezîrê Parastin ê Amerîkayê, Fikri Işik, Ashton Carter, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de