17:43 19 Hezîran 2018
Barak Obama

Wikileaks, e-postayên şexsî yên Obama parvekir

© REUTERS / Jonathan Ernst
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Wikileaks, e-postayên şexsî yên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama parvekir. Ev e-posteyên ku bi ketinanava kompîterên Qesra Spî nehatin bidestxistin, ji nava peyamên midûrê kampanyaya hilbijartina yê endama demokrat ya hilbijartinên DYAyê Hillary Clinton, John Podesta de derket holê.

Navenda nûçeyan —  Wikileaks hin e-posteyên din yên mûdirê kampanyaya hilbijartinê yê endama demokrat ya hilbijartinên DYAyê Hillary Clinton,  John Podesta belav kir. Ji van e-postayan hin ji wan bo navnîşana bobama@ameritech.com re hatine birêkirin ku tê gotin ayîdî Obama ye.
Podesta ê ku ekîba alîkariya Obama birêve dibe de tê gotin ku: ‘Ez naxwazim îro we aciz bikim, lê ev peyman derbarê îxtimala vexwendina Lûtkeya G20an a ku wê di 15ê Cotmehê de bê lidarxistin e.'

RÊVEBIRÊ BANKEYÊ DAXWAZA PIŞTVANEKÊ DIKE

Hemû e-posteyên hatin belavkirin ayidî sala 2008an e ku tê gotin Obama şandkar an stînerê wan e.
Di nava peyaman de rêvebirê Citibankê Michael Froman daxwaza piştvanekê dike û hin navan pêşkêşî Obama dike da ku ew di nava rêvebiriya hikumetê de cih bigrin.

Hêjayî gotinêye ku Wikileaksa ku ji serê meha cotmehê ye e-postayên Clintonê belav dike cara pêşiye ku yên Obama eşkere dike.

Bi heman mijarî:

WikiLeaks: Erdogan hewl dide ku pêşiyê li dewleta Kurdî bigire
WikiLeaks, NYT ya ku Rûsya sucdar dikir derewand
WikiLeaks wê ‘arşiva Tirkiyê' aşkere bike: ‘Ji şer re amadebin'
WikiLeaks:'Amerîka sponsoriya belgeyên Panamayê ku Pûtîn hedef digre dike'
Wikileaks: Erebistana Siûdî destekê dide hemû terorîstên sunî-mezheb
Etîketan:
parvekirina mailan, şerê sîber, Wikileaks, John Podesta, hillary clinton, Barack Obama, dya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de