22:11 17 Tebax 2017
Zindî
    Ashton Carter

    Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Carter çû Enqereyê

    © AFP 2017/ PIERRE-PHILIPPE MARCOU
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Ashton Carter ji bo nirxandina mijarên ewlehî yên herêmê çû Tirkiyeyê.

    Navenda Nûçeyan — Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Koçka Spî wê peşwaziya Ashton Carter bike. Carter paşî wê serdana parlamentoyê bike û li cihên ku di hewldnana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de zirar dîbûn bigere.

    Li gorî daxuyaniya Pentagonê, Carter di serdana xwe ya Tirkiyeyê de bi rayedarên tirk re wê mijarên ewlehî yên herêmê û pêşveçûnên dawî yên Iraq û Sûriyeyê binirxînin. Carter jî ji rojnamevanên ku di dema seferiyê de pê re hevaltî dikirin got: "Di hevdîtinên me û Enqereyê de yek ji mijara sereke ya herî girîng jî operasyona Mûsilê ye."

    DIVÊ TIRKIYE RÊZÊ JI DESTHILATIYA IRAQÊ RE BIGIRE

    Wezîrê amerîkî di berdewamiya axaftina xwe de gotiye: "Tevlîbûna hêza Tirkiyeyê ji bo operasyona Mûsilê mijareke hestyar e. Hikûmeta Amerîkayê berê jî gotibû ev biryar a Bexdayê ye. Em jî û hêza koalîsyonê jî rêzê ji desthilatiya Iraqê re digirin. Iraq welatekî girîng e ji bo me. Ev demeke dirêj e di tekoşîna dijî DAIŞê de em dibêjin divê desthilatiya hikûmeta Iraqê were parastin. Em ê vê mijara rêzgirtinê bi rayedarên Tirkiyeyê re jî biaxivin."

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter gihîşte Bexdayê
    Ashton Carter îro diçe Herêma Kurdistanê
    Carter: Hevkariya DYA û Tirkiyê li hemberî DAIŞê gelekî xurt e
    Işik û Carter li Londrayê operasyona Reqqayê axivîn
    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Carter çû Efxanîstanê
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Serokomarê Tirkiyeyê, Wezîrê Parastin ê Amerîkayê, Recep Tayyip Erdogan, Ashton Carter, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de