02:16 24 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Tîrkîye û YPG

    Tirkiye mawe da Amerîkayê: "Ya bila YPG vekişe an jî em ê êrişî wan bikin"

    © AP Photo/ Lefteris Pitarakis
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 189 0 0

    Li gorî îdîayan, hikûmeta Tirkiyeyê ji bo peşveçûna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a navçeya El Babê mawe da Amerîkayê.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî îdîayan, hikûmeta Tirkiyeyê ji bo peşveçûna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a navçeya El Babê mawe da Amerîkayê.

    Artêşa Tirkiyeyê duhî cara yekemîn li bakurê Sûriyeyê operasyoneke hewayî li dijî YPGê pêk anîbû. Li gorî îdîayan hikûmeta Tirkiyeyê hetanî çarşema 19ê Cotmehê seet 20.00an mawe daye Amerîkayê ji bo ku YPG pêşveçûna xwe ya El Babê rawestîne. Li gorî nûçeya Ugur Erkanê rojnameya Hurriyetê piştî ku daxwaz bi cih nehat artêşa Tirkiyeyê jî dest bi operasyonê kir.

    KARAYILAN GOT ‘VENEKIŞIN'

    Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê, piştî ku çavkaniyên ewlehî yên Tirkiyeyê pêşveçûna YPGê ber bi El Babê ve tespît kirin bi rayedarên Amerîkayê re ketin pêwendiyê û hikûmeta Tirkiyeyê ji bo ku YPG vekişe herêma xwe hetanî seet 20.00an mawe da Amerîkayê. Lê YPGê ev daxwaz Tirkiyeyê bi cih neanî. Li gorî îdîayan Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Murad Karayilan bi bêtêlê ferman da YPGê û ji wan xwest ku venekişin. Li ser vê jî Tirkiyeyê operasyoneke hewayî li dijî bakurê Sûriyeyê da destpêkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rayedarê amerîkî: Em ditirsin ku şerê Tirkiye û Iraqê derkeve
    Demirtaş: 'Tirkiye amadekariya operasyona dersînor dike'
    ‘Çima Tirkiye li hemberî kurdan têkoşîneke dijwar dimeşîne?'
    Sûriye: Em ê balafirên Tirkiyeyê yên qada me derbas bikin, bixînin
    ‘Ger koalîsyon pêşî li êrişên Tirkiyeyê negre, em ê wan wekî hevkarê êrişan bihesibînin'
    Etîketan:
    Endamê Konseya Rêvebir a KCKê, Êrişa hewayî ya Tirkiyeyê, Artêşa Tirkiyeyê, YPG, Murad Karayilan, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de