05:04 20 Tebax 2017
Zindî
    Serjimarî

    Li Qamişloyê jî serjimarî dest pê kir

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, xebatên projeya jimartinê li bajarê Qamişlo dest pê kirin. Erkdarên xebatê ji mamoste û endamên meclîsan li ser taxên bajar û xeta gundan belav bûn û dest bi kar kirin.

    Qamişlo - Komîteya Rêvebirina projeya ‘Ez li vir im' bi rêya daxuyaniyekê diyar kiribû ku xebata hejmartina şêniyên bajarê Qamişlo û gundên wê dê roja înê ango 21ê Cotmehê dest pê bike. Şêniyên bajarê Qamişlo amadekariyên xwe kirine da ku îro ji bo jimartinê jiyan li Qamişlo raweste û kesek ji mala xwe dernakeve.

    Îro bi destpêkirina hijmartinê re li bajarê Qamişlo tevger rawestiyaye û komîteyên ji bo xebata hejmartinê hatibûn diyarkirin li bajarê Qamişlo û gundên dixebitin. Komîteya rêveber a projeyê, bajarê Qamişlo û gundên wê dabeşî 8 parçeyan kiribû. Mamosteyên Kantona Cizîrê li ser tax û gundan hatine belavkirin. Endamên meclîsan jî dê bi wan re bibin alîkar. Hêzên Asayîşê û HPCê dê ewlekariya bajar û gundên wê bigirin.

    Xebata hejmartine li herêmên rojhilatê kantonê, herêmên rojavayê kantonê, bajarê Hesekê û gundewarên wê hatin meşandin û dê îro jî li bajarê Qamişlo û gundewarên wê werin meşandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Kantona Cizîrê di 19ê Îlonê de wê serjimarî çêbibe
    ‘Êrîşên leşkerên tirk li Rojava û Herêma Kurdistanê bidin sekinandin'
    Bi hezaran koçberên Mûsilê berê xwe dan Rojava û Sûriyeyê
    Rojava ji bo alîkariyê spasiya Rêveberiya Tenduristiya Silêmaniyê kir
    Hêzên Rojava ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêkên Sûriyê nexşerêyek aşkere kirin
    Etîketan:
    Li Qamişloyê serjimarî dest pê kir, Komîteya Rêvebirina projeyê, Qamişlo, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de