18:27 20 Tebax 2017
Zindî
    Muammer Kaddafi'nin 75 dakikalık konuşmasını tercüme eden çevirmen baygınlık geçirdi.

    'Gelê Lîbyayê Qeddafî wek rêberekî didît'

    © REUTERS/ Mike Segar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Di ser kuştina serokê berê yê Lîbyayê Mûammer Qeddafî re 5 sal derbas bû, ku Kaddafî bi pejirandina welatên Rojava li ber kamerayan bi awayekî lînçkirinê hat kuştin. Rojnamager Abdulbasit Bin Hamel ê ku nêzîkê Kaddafî jî tê zanîn, got gelê Lîbyayê Qeddafî ji rayedarekî wêdetir, wek rêberekî dibînin.

    Tony Blair û Miammer Qedafî
    © AP Photo/ Leon Neal/Pool
    Navenda Nûçeyan — Rojnameger Hamel ê ku ji bo Sputnikê axivî, diyar kir ku 43 salên rêveberiya Qeddafî, wê wek dîroka Lîbyayê ya ‘dubare nake' bimîne û got "li welêt bi rêkûpêk reform dihatin kirin, ji ber ku carinan di qadên perwerdehî, tenduristî û binesaziyê de pirgirêk çêbûn. Lê sedema qeyrana îro ew e ku guherînên li welêt ne bi destê me, bi qebûlkirina welatên derve û navneteweyî tên kirin. Tiştên ku li welatê me jî diqewime wek pêkhatina armancên şexsî yên hêzên mezin dikare were ravekirin."

    BI MILYONAN DOLARÊN GELÊ LIBYAYÊ HAT DIZÎN

    Hamel bibîrxist ku biryara ku destûr da 43 welatan ku bi îdiaya parastina sivîlan li dijî rejîma Kaddafî potansiyela xwe ya leşkerî bikar bînin, bi lez û bez di Konseya Ewlehiyê ya NY re hat derbas kirin û got "îro li Sîrte û Bîngziyê kuştina Lîbyayan dide nîşan ku operasyona leşkerî ya li dijî Lîbyayê ne ji bo çareseriyê bû. Ji xeynî piştî operasyona leşkerî bi milyar dolarên gelê Lîbyayê hatin dizîn."

    LI HERÊMÊ WELATÊ HERÎ SERBIXWE LIBYA BÛ

    Rojnameger Hamel dest nîşan kir ku di hedefa operasyonan de ne çareseriya pirgirêkan, Qeddafî û hikumet hebû û wiha dewam kir: "Qeddafî tekane ew kes bû dixwest yekîtiya Efrîkayê ava bikira û armanca wî avakirina artêşê ya Efrîkaya yekbûyî bû. Ji ber ku li herêmê welatê herî serbixwe Lîbya bû."

    'CLINTON PERÇEYA ÇALAK A MEKANÎZMAYA TÊKBIRINA QEDDAFÎ BÛ'

    Abdulbasit Hamel got ciwanên ku bi awayekî aşitiyane dixwestin şert û mercên jiyanê yên Lîbyayê were başkirin û îstîhdam were zêdekirin, bala kesî nekişand. Ev ciwan û daxwazên wan ji aliyê hinek hêzan ve ji bo berjewendiyên şexsî ve hatin bikar anîn. Hillary Clinton jî perçeya çalak a mekanîzmaya têkbirina Qeddafî bû. Tiştên qewimîn, ne şoreşek bû, filaketa Lîbyayê bûn."

    'QEDDAFÎ NE RAYEDAREK BÛ, RÊBEREK BÛ, FENOMEN BÛ'

    Rojnamegerê navborî diyar kir ku Qeddafî taybetiyên welatê xwe û têkiliyên nava eşîran dizanîbû. Li welatê me din ava civakê de, din ava eşîr û alîgirên siyasî de rageşî tune bû. Qeddafî ji bo ku hemû gelî di bin alayekê de kom bike, hewldana lihevkirinê girtibû ser xwe. Gel ew ji rayedarekî payebilind wêdetir, wek rêberkî didît. Bi gotineke din Qeddafî fenomen bû."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em ji rageşiya li Lîbyayê bifikar in
    Rûsya: Em naxwazin Sûriye bibe wek Iraq û Lîbyayê
    El-Nusra: Tank ji Lîbyayê di rêya Tirkiyeyê re ji me re hatin
    'Amerîka dixwaze nefta Lîbyayê kontrol bike'
    Donald Trump: Dema Sedam û Qedafî hebûn Rojhilata Navîn xweştir bû
    Pêşbîniya Qedafî rast derket
    Etîketan:
    rojnameger, rêber, gel, Sputnik, Serokê berê yê Lîbyayê, Abdulbasit Bin Hamel, Hillary Clinton, Muammer Qaddafi, Bîngazî, Sirte, Lîbya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de